Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye

  • rojane
  • 09:51 6 Cotmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Hevserokê KNK Ahmet Karamûs bi lêv kir ku hegemon ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn dîzayn bikin li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komplo pêk anîn û piştî komplo negehişt armancê vê carê polîtikaya tecrîdê xistin meriyetê û got: "Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye."  

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) û Îngilistanê j bo li gor berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bike li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan plana tasfiyekirinê xist meriyetê. Plana ku bi Gladîoa NATO ya bi pêşengiya DYA û Îngilİstanê bi tevlêbûna gelek dewletan dest pê kir, pêşî bi suîqesta bombayê ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştî ku plana îmhayê hat pûçkirin, dewletên di NATOyê de bi hevkarên xwe yên li herêmê re, zextên giran li serokê wê demê yê Sûriyeyê Hafiz Esad kirin. Van zextan encam girt û Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Abdullah Ocalan derbarê derketina xwe ya ji Suriyeyê de ev tişt gotibûn: "Ez mirovekî xwedî prensîb im, xeta min a gel heye, ez şervanê azadiya gelan dikim ez nabim şervanê yên din."
 
Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, serlêdana wî ya penaberiyê ji aliyê dewletên Ewropayê ve hat redkirin. Abdullah Ocalan ê ew pêvajoya li Ewropayê di Parastina Atînayê de wiha nirxand: “Li Moskovayê mixê yekem hat lêdan; Min sermaya marê xiyanetê jiya. Mixê duyemîn li Romayê hat lêdan; Li hember lîstikên nazik ên kapîtalîzmê min dev ji rûmetê berneda. Mixê sêyem li Atînayê hat lêdan; li hemberî hevaltiyê îxaneta ku mi dît ez lal bûm u felç mam. Mixê çaremîn li Naîrobiyê hat xistin; Ez teslîmî Tirkiyeyê hatim kirin û li wir bi cezayê darvekirinê li min dihat xwestin. Di encama 'komployê  de ez xistim Girtîgeha Girava Îmraliyê ya yek kesî û li wir benda mirinê hiştim." 
 
Di salvegera 27'an a komploya navneteweyî de dewletên serdest negihiştin armanca xwe lê Abdullah Ocalan bi parêznameyên xwe yên li Girava Îmraliyê ku nivisîn ji gelan re bû hevî. Abdullah Ocalan bi parêznameya xwe ya bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokrtîk"li diji pergala netew dewlet a kapîtalizme Sîstema Neteweya Demokratîk pêş xist û ew paradigma li Rojavayê Kurdistanê ket meriyetê. Dewletên serdest ku bi komployê ve negiheştin armancê vê carê li dijî Abdullah Ocalan politikaya tecride xistin meriyetê. Abdullah Ocalan ku piştî radestî Tirkiyeyê hat kirin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 26 sal in di bin şert û mercên giran a tecride de tê ragirtin 43 meh in tu agahî jê nayê girtin. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û armancên wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û diyar kir ku bi tevahî pûçkirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dema paradigmaya wî pêş xistiyê di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bibe wê pêk were. 
 
'PIRSGIRÊK KÛR BÛN'
 
Karamûs diyar kir ku di komploya dewletên serdest a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn kûr bûne û wiha got: "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye sala 26'an. Di şexsê birêz Abdullah Öcalan de tevgera siyasî ya Kurd bi komployê hate xwestin ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî pirsgirêka Kurdistanê bê çareserî bihêlin. Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dizayn bikin. Ji bo Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dizayn bikin Tevgera Azadî ya Kurd ji xwe re weke asteng dîtin.Ji ber wê jî li dijî serokê tevgerê ew komplo pêk anîn. Di serdema Yekîtiya Sovyetê de cîhan di navbera bloka Sosyalîst a bi pêşengiya Sovyet û bloka NATO ya bi pêşengiya Amerîka de bû du parçe. Lê piştî hilweşîna Sovyetê ji NATO'yê ya bi pêşengiya Amerîka ve alternatîfek nema. Lê belê krîza heyî ya siyasî û alternatîfên nû yên ji bo pirsgirêkan derketin holê, yek ji wan Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, ku bi feraset û sîstemeke nû derket holê. Tevgera Azadiyê ya Kurd her ku diçûmezin dibû. Ji ber wê jî dewletên serdest ji xwe re xeterê dîtin. Ji bo vê xeterê ji holê rakin. Ji bo vê jî xwestin Rêberê Tevgerê Birêz Abdullah Ocalan tasfiye bikin. Weke ku li Fîlîstînê tevgerên Sosyalîst û demokrat tasfiyê kirin û li şûna wan hezên paşverû û li gor berjewendiyên wan li herêmê bi cih kirin heman tişt ji bo kurdan jî plan kirin."
 
'KOMPLO NEGIHÎŞT ARMANCÊ'
 
Karamûs destnîşan kir ku di nava 26 salan de komplo negihiştiye armanca xwe û dewletên serdest ên ku bi komployê nekarîn bigihêjin armanca xwe, bi polîtîkaya tecrîdê komployê berdewam dikin. Karamûs anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê pirsgirêkên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetir aloz kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerên aborî û parvekirinê ên modernîteya kapîtalîst îro li gelek deverên cîhanê belav bûne. Îro sîstemeke alternatîf ketiye jiyanê. Li dijî pergala şerker a modernîteya kapîtalîst pergala Modernîteya Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêş xistiyê weke alternatîf ketiyê meriyetê. Ji ber vê yekê dewletên serdest birêz Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo xwe weke tehdîd dibînin. Ji ber wê jî polîtikaya tecrîde pêş xistin. Komplo û tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdllah Ocalan bi hev re giredayî ye. Dixwazin birêz Abdullah Ocalan, paradîgmaya ku wî pêş xistiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji holê rakin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û êrişên li ser Tevgera Azadiya Kurd li tu derê cîhanê mînaka wan nîne. Lê sazî û dadgehên ku ji mafên mirovan berpirsyar in, li hemberî polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mafên mirovan bêdeng dimînin jî parçeyek ji vê yekê ye."
 
'TECRÎT PIRSGIRÊKA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE'
 
Karamûs diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî divê paradîgmaya Neteweya Demokratîk li gelan belav bibe û planên dewletên serdest bên pûçkirin. Karamûs wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîd pirsgirêka tevahî Kurdistanê ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, divê konsepta ku 30 sal in dewletên serdest li Rojhilata Navîn sepandine, bi dawî bibe. Pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bên çareserkirin û paradîgmaya me di nava gelên Rojhilata Navîn de zêdetir bibe û eger ev yek pêk were wê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were. Paradîgmaya ku birêz Abdullah Öcalan pêş xistiyê hem ji bo şerê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû devrên cihanê çaresriyê. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan baş bê xwendin. Tecrîd parçeyek ji konsepta ku dewletên serdest dixwazin li Rojhilata Navîn bidin meşandin e. Dewleta Tirk bi serê xwe tecrîdê ferz nake, ev tecrîd feraseta dewletên serdest e. Heke gelê Kurd li Rojhilata Navîn yekîtiya xwe pêk bîne û bi hişmendiya netewî bi stratejiyek hevpar tevbigere, dikare ji pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên ku gelê Kurd jiyaye re çareseriyan bibîne. Heke gelê kurd bi vî awayî ji hev belav bibe û dijminatiya hev bike dê pirsgirêk hîn aloztir bibe û rewşa me xerabtir bibe. Ji bo vê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka çar parçeyên Kurdistanê ye û azadiya Kurdistanê û azadiya birêz Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ne. Divê em hemû li gorî vê yekê tevbigerin."
 
 
MA / Mahmut Altintaş 

Sernavên din

11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir