‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’

  • rojane
  • 09:04 21 Sibat 2022
  • |
img

WAN - Rêveberê Şaxa SES’ê yê Wanê Mehmet Salîh Tûrgût, bal kişand ser mafê tenduristiyê yê di zimanê dayikê de û xwest ku newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin.”

 
 Zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê bi zext û bişaftinê re rûbirû ye, weke li tu saziyên dewletê, li qada tenduristiyê jî nayê bikaranîn. Rêxistinên sivîl ên civakî ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Her wiha ji bo ku di zimanê dayikê de wekhevî hebe, perwerdeyeke baş bê dayîn û ji xizmetên cemaweriyê sûd bigirin gelek caran serlêdan kirin ku qanûn û sererastkirinên pratik bên çêkirin. Lê belê ev serlêdanên wan bê encam man. 
 
Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Wanê Mehmet Salîh Tûrgût, bal kişand ser girîngiya mafê zimanê dayikê ya di tenduristiyê de. 
 
 
BI HEZARAN SALAN E TÊ AXAFTIN
 
Tûrgût, diyar kir ku mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e û wiha got: “Li rex vî mafê bingehîn zimanê dayikê beriya her tiştî tê. Sedemê wê jî heke kesên nexweş di zimanê dayikê derdê xwe nikarin bejin wê nexweşiya wan baş neyê teşhîskirin û nikarin bên dermankirin. Heke bê kirin jî wê teşhîs û dermankirin kêm bibin. Zimanê dayikê çima girîng e. Ji ber ku mirov bi zimanê dayika xwe mezin dibin. Li Wanê zimanê dayikê bi kurdî ye. Mirovên li vê derê kurd in û zimanê wan jî kurdî ye. Bi hezaran sal in li ser vê axê kurdî tê axaftin. Zimanên ku nebin fermî û zimanê perwerdehiyê bi demê re bi bişaftinê re rû bi rû dimînin û ji holê radibin.”
 
‘DIKARIN DERMANKIRINÊ RED BIKIN’ 
 
Tûrgût, behsa hin temenên di qada tenduristiyê de pirsgirêka zimanê dayikê dijîn kir û wiha berdewam kir: “Li bajarên herêmê zarok heta tên temenê perwerdehiyê bi kurdî mezin dibin. Di qada tenduristiyê de zarokên heta 10 salî û bi ser 50 salî de zêdetir pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku xwendina mirovên bi ser 50 saliyê de tune ye, tirkî bi guhdarkirinê hîn bûne. Zarokên 6 salî jî li malê bi zimanê dayika xwe kurdî mezin bûne û tirkî nizanin. Ji ber vê yekê pirsgirêka herî mezin mirovên di van temenan de dijîn. Nexweşên ku tirkî nizanin ji ketina nexweşxaneyê heta polîklînîkan heke şertên wan ê zimanê dayikê çêbibin dermankirina wan baş dibe. Lê heke ji berovajiyê vê rewşek çêbibe, xwe biyanî hîs dikin û dikarin dermankirinê qebûl nekin.”
 
‘XIZMETA ZIMAN NAYÊ DAYÎN’
 
Tûrgût, destnîşan kir ku xizmeta tenduristiyê ya di zimanê dayikê de maf e, weke sendîka vî mafî diparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li bajarekî bi erebî ingilîzî xizmet tê dayîn lê li van deran nayê dayîn. Ev rewş nayê qebûlkirin. Xizmeta tenduristiyê, mafekî mirovî, însanî û îslamî ye. Divê kurd li her qadê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin.” 
 
 ‘DÊ NEWEKHEVÎ JI HOLÊ RABIBIN’
 
Tûrgût, qala xebatên sendîkaya xwe yên li ser belavkirina zimanê kurdî kir û wiha pê de çû: “Em weke sendika qûrsa zimanê kurdî didin. Ji ber ku li kargeha me pêdivî bi kurdî heye em dibin alîkar. Beriya 3-4 salan perwerdehiya kurdî dan xebatkarên nexweşxaneyê. Ev jî girîng bû. Piştî ku pêvajo xerabû jî ev xebatên me hatin astengkirin. Em têkildarî pêşvebirina kurdî qûrs, panel û konferansan didin.”     Tûrgût, behsa xebatên ku ji bo rakirina newekheviyên di mijara zimanê dayikê ya di qada tenduristiyê de kir û got: “Divê ewilî di zimanê dayikê de perwerdehî bê dayîn. Heke ev perwerde bê dayîn. Wê newekhevî jî ji holê rabin. Divê ji kesên dixebitin re zêdetir qûrsên zimanê dayikê bên dayîn. 
 
‘ZAROKÊN XWE TEŞWÎKÎ KURDÎ BIKIN’ 
 
Tûrgût, ê ji bo kurdî zêdetir belav bibe bang li civakê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd civakeke bi zanebûne. Divê kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û daxwazên xwe yên ziman bi dengekî bilind bînin ziman. Ji bo ku kurdî pêşve biçe divê ji pisporên ziman re bibin alîkar. Zarokên xwe li malê, li taxê li kolanan teşwîqî kurdî bikin ku serbest biaxivin.”
 
MA / Mehmet Şah Orûç
 

Sernavên din

22/02/2022
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya
13:21 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir
13:04 Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin
12:11 ‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’
11:45 Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin
11:02 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me ya edaletê ya bûy hêviya civakê
10:52 Bi kûçikan îşkence kir, bi Soylu jî xwe parast
09:59 Adil Qazî: Kurdan bi berxwedanê xwe parast
09:14 Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
09:12 Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
09:10 ‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'
09:08 Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir
09:06 'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye'
09:04 'Çima tu bi dayika xwe re bi kurdî diaxivî?'
09:02 Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN
19/02/2022
23:13 Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin
17:07 Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'