Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin

img

ENQERE - Berdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP’ê Dêrsim Dag diyar kir ku divê di her malê de bi kurdî bê axaftin û wiha got: “Heke em zimanê xwe winda bikin, em ê hem çanda xwe û hem jî dahatûya xwe winda bikin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), par di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de “Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî” ava kiribû û dest bi xebatên zimanê dayikê kir. Di 4’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya HDP’ê de jî li dijî zextên ser ziman û ji bo têkoşîna li dijî polîtîkaya pişaftinê, biryara siyaseteke çalak hate dayîn. 
 
QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ
 
Ji bo ku di nava partiyê de zimanê kurdî hîn bêhtir bê axaftin û di qada cemaweriyê de çalaktir were bikaranîn, biryar hatibû dayîn. Ji bo şopandina vê biryarê jî Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Ji roja hatiye damezirandin heta niha, komîsyon bi gelek rêxistinên civaka sivîl ên têkoşîna ziman didin re hate bahev û piştgirî da. Ji rêveberên navçe û bajêran heta endamên Meclisa Partiyê (PM), Lijneya Reveberiya Navendî (MYK) û parlamenteran, ji bo hemû xebatkarên partiyê qursên zaravayên kurmancî û dimilî hatin destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de her wiha gelek pêşniyazpirs, pêşniyazên lêkolînê û teklîfên qanûnê dan Meclisê. Di heman demê de li ser kursiya Meclisê gelek caran daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî hat kirin, zextên li ser zimanê kurdî hatin vegotin û xebatên pirzimanî yên di xizmetên cemaweriyê de hatin pêşniyarkirin. 
 
Têkildarî xebatên komîsyonê û nexşerêya wê de, berdevka komîsyonê Dêrsim Dag bi ajansa me re axivî. 
 
MEBESTA JI AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
 
Dêrsim Dag anî ziman ku komîsyona wan li ser bingeha nêrîna pirzimanî û pirçandî ya partiyê hatiye avakirin û wiha got: “Ji bo ku xebatên ziman bi awayekî koordîneyî di qada cemaweriyê de, di avadaniya rêxistinê de, di qada perwerdeyê de û li parlamentoyê bên meşandin û ev pêvajo were şopandin, komîsyon hate avakirin. Armanca bingehîn a ji avakirina komîsyonê jî ev bû. Ji bo ku civakek bikare nasname û hebûna xwe biparêze, ziman hêmayekî bingehîn û jiyanî ye. Zimanek ji bo bikare xwe biparêze, hewcehî bi piştgiriya cemaweriyê dibîne.” 
 
POLÎTÎKAYA BÊESILKIRINÊ
 
Dag da zanîn ku bi milyonan kes bi zimanê kurdî diaxivin lê hem di qada cemaweriyê de tu piştgiriyek jê re nayê kirin û li hêla din jî rastî astengiyan tê. Dag, anî ziman ku ji damezirandina komarê heta niha kurd, bi awayekî sîstematîk rastî qirkirinên civakî, çandî û zimanî tên û wiha domand: “Desthilatiyên Tirkiyeyê tu carî dev ji polîtîkaya pişaftin û zextê bernedan. Xebatên partiya me yên ji bo ziman jî her tim bi awayeke derhiqûqî hatin astengkirin. Pişaftin, çanda dewletê ye û ev polîtîka di roja me de jî bûye rêbaza birêvebirinê ya AKP-MHP’ê. Mebesta wan a ji van polîtîkayan ew e ku kurdî êdî neyê axaftin û kurdan ji eslê xwe derxînin.” 
 
PIŞAFTIN
 
Di berdewamê de Dag diyar kir ku divê zimanên li ber tunebûnê êdî di qadên perwerde, siyaset û cemaweriyê de bên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî polîtîkayên pişaftin û zextê, berpirsyariya me ya herî mezin ew e ku em zimanê kurdî pêşve bibin. Em dixwazin ku kurdî di her qadên jiyanê de rojeva sereke be.”
 
JI BO UNESCO’YÊ RAPOR
 
Parlamenter Dag destnîşan kir ku ji bo partiyiyan xebatên hînkirina zimanê kurdî dane destpêkirin û ev agahî dan: “Me bi piştgiriya Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo tevahiya partiyê qursên zaravayên kurmancî û dimilî dan destpêkirin. Dewreya yekemîn a perwerdeyê di gulana 2021’an de bi dawî bû. Niha jî bi tevlibûna bi sedan hevalên me, ev qurs bi rêk û pêk berdewam in. Hevalên me yên parlamanter jî gelek caran li ser kursiyê meclisê zext û qedexeyên li ser ziman derhî kirin û ji bo ku balê bikişînin ser van zextan jî bi kurdî axivîn. Di çarçoveya xebatan de me bi zêdetirî 25 rêxistinên civaka sivîl, weşanxane, saziyên ziman, baro û dezgehên çapemeniyê re hevdîtin kirin û bi hev re xebat meşandin. Ji bo pêşîlêgirtina qedexeyên li ser ziman û bidawîkirina polîtîkaya pişaftinê, me pêşniyarên xwe weke raporek pêşkeşî UNESCO’yê kirin. Xebatên me dê bênavber bidomin.” 
 
‘XELK DIXWAZE ÊŞA XWE BI KURDÎ VEBÊJE’
 
Bi domdarî jî Dag daxuyand ku heta niha 650 kes tev li qursên wan bûne û wiha derbirî: “Qursên me ji 4 astan pêk tên. Zêdetirî 10 mamoste jî tev li bûne. Seferberiya me ya ji bo ziman, bandoreke erênî li ser axaftinên bi kurdî yên di çalakiyan de jî kir. Xelkê herêmê bi kurdî diaxive û dixwazin ku nûnerên wan bi kurdî baxivin û êş û xemên xwe bi zimanê xwe ji wan re vebêjin.”
 
BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDÎ
 
Dêrsim Dag got ku bêtehemûliya li dijî kurdan û kurdî her ku diçe zêdetir dibe û ev rewş wiha nirxand: “Hemû rojname, tv, kovar û malperên înternetê yên bi kurdî tên qedexekirin û astengkirin. Bi hinceta ‘muzîka kurdî’, destûra konseran nayên dayîn. Gelek hunermendên kurd tên binçavkirin û gefa girtinê lê tê xwarin. Şanoyên bi kurdî tên astengkirin û li Meclisê jî ji bo zimanê kurdî pênaseya ‘zimanê nayê zanîn’ tê kirin. Ji roja destpêka damezirandina Tirkiyeyê heta niha ev polîtîkaya yekperest didome û AKP jî bi heman awayî tevdigere.” 
 
TRAVMAYA ZIMAN
 
Dag bal kişand ser travmaya gelê kurd a ziman û wiha got: “Li her cihekî vî welatî xwîna kurdan rijiyaye û keda wan tê de heye. Rastiyek li holê ye ku zimanê fermî bi darê zorê tê hînkirin. Zarokên kurd bi lêdanê hînî zimanê perwerdeyê dibin. Di her zarokekî kurd de travmaya ziman heye. Ev jî rê li ber pirsgirêkên pedogojîk vedike û gefê li hebûna kurdan dixwe. Axaftina bi kurdî û perwerdeyê bi zimanê dayikê, mafê me yê herî bingehîn e. Durûtiya desthilatdariyê, di dersên bijarte de xuya bû. Dersa bijarte ya kurdî di sala 2012’an de kete meriyetê lê di van 10 salan de tenê 70 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Ji bo bi milyonan zarokên kurd, tenê 70 mamosteyan bes dibînin. 500 mamosteyên kurd li benda tayîna xwe ne. Gelo heta ku hûn materyal û mamosteyan amade nekin, dê vê dersê çawa bidin?”
 
‘DIVÊ BI KURDÎ BÊ AXAFTIN’
 
Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag da zanîn ku li hemberî van polîtîkayan dê xebatên xwer berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi qasî mijareke çandî, her wiha ziman ewqas jî mijareke siyasî ye. Li cihekî ku ji her kesî re ‘tirk’ tê gotin, hewceye em hebûna xwe biparêzin û ber bi pêşerojê ve bibin. Li dijî polîtîkaya pişaftinê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî. Heke zimanê me tune bibe, wê demê em ê hem çanda xwe, hem civaka xwe û hem jî dahatûya xwe winda bikin. Divê li her malê kurdî bê axaftin û em qedir bidin zimanê xwe. Hewceye em hemû destkeftiyên xwe ji bo axaftin û pêşvebirina ziman bi kar bînin. Pêwîste rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar hîn bêhtir xwedî li kurdî derbikevin. Divê em yek kêliyê jî tawîzê ji têkoşîna ziman nedin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

22/02/2022
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya
13:21 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir
13:04 Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin
12:11 ‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’
11:45 Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin
11:02 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me ya edaletê ya bûy hêviya civakê
10:52 Bi kûçikan îşkence kir, bi Soylu jî xwe parast
09:59 Adil Qazî: Kurdan bi berxwedanê xwe parast
09:14 Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
09:12 Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
09:10 ‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'
09:08 Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir
09:06 'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye'
09:04 'Çima tu bi dayika xwe re bi kurdî diaxivî?'
09:02 Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN
19/02/2022
23:13 Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin
17:07 Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin