Pênûsa wî li erdê nema!

  • rojane
  • 10:51 23 Sibat 2022
  • |
img
ÊLIH - Dayika rojnamevan Cengîz Altun ê 30 sal berê li Êlihê hat qetilkirin, Turkan Altun diyar kir ku pênûsa lawê wê li erdê nemaye û got: “Wê rojê ewladê min hat qetilkirin, lê niha bi hezaran ewladên min hene.”  
 
Di salên 1990’î de li Batmanê “wezîfedarên” dewletê û hêzên paramîlîter ên girêdayî dewletê bi hezaran bûyerên faîl nediyar kirin û bi hezaran însan revandin, qetil kirin û winda kirin. Di wan salên metirsîdar de ku kes nikaribû derkeve derve, xebatkarên çapemeniya kurd û azad li ser kar bûn û ji bo rastiya ragihînin bêtirs û bêxof geşedanan dişopandin û dinivîsandin û belav dikirin. Nûçegihanê Batmanê yê rojnameya Yenî Ulke Cengîz serê sibeha 24’ê Sibata 1992’yan dema ji malê diçû şopandina nûçeyekê li naverasta kuçeyê hat qetilkirin û bû qûrbanê van cînayetên tarî. Tevî ku 30 sal di ser kuştina Altun re derbas bû jî hêj kujerên Altûn nehatine dîtin. Dosyeya kuştina Altun jî wek dosyeyên din bi salan e di refikên tozgirtî de tê sekinandin. 
 
LI NAVERASTA KUÇEYÊ TÊ QETILKIRIN 
 
Altun di 9’ê tîrmeha 1968’an de li gundê Hesarê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Kercewsê qedand. Di sala 1990’î de li Beşa Motorê ya Dibistana Pîşeya Bilind a Êlihê qeyda xwe çêkir. Altun dema hêj xwendekar bû di sala 1991’an de bi belavkirina rojnameya Yenî Ulkeyê ku heftane dihat weşandin de dest bi rojnamevaniyê kir. Wextê ku Altun dest bi rojnamevaniyê dike heyamek ku êrişên kontragerîla li ser hev pêk dihatin bû. Ji ber vê yekê hêzên tarî yên li ser her tim gef li Altun dixwarin. Li ser van gefan serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û gilî kir lê tu encam jê derneket. Piştî serlêdanê bi 3 mehan Altun hat qetilkirin. Kujer ji cihê bûyerê bi awayek serbest ji cihê bûyerê dûr bûn. Welatî Altun ê bi giran birîndar dibe radikin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest dide. 
 
DEMANÇE HAT DÎTIN LÊ KUJER NEHAT DÎTIN 
 
Piştî kuştina Altun bi salekê li ser rêya Amed-Mêrdînê li Xaçerêya gundê Kilvanê polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amedê ku kontrola rê dikirin, li ser kesê bi navê Îsmaîl Emsen demançeyek bi qasî 9 mîlîmetre ku bêrûhsat bû zeft kirin. Di lêkolîna balistik de ku hat kirin, hin guleyên ku Altun pê hatiye kuştin ji vê demançeyê hatine berdan. Îsmaîl Emsen ê îfadeyên wî hat girtin wiha gotibû: “Ez alîgirê Hîzbullahê me û ji b xwe biparêzer demançeyê ji birayê xwe Metîn Emsen girtiye.” Emsen li şûna cînayetê ji sûcê ku demançeya bêrûhsat li ser xwe gerandiye hat girtin. Ji wê demê şûn ve polîsan ne wî Metîn Emsen dîtin ne jî derbarê wî de lêpirsînek berfireh kir. Îsmaîl Emsen jî piştî demek şûn ve serbest hat berdan. 
 
Di “Qezaya Susurlukê” de ku têkiliyên dewet-siyaset-mafyayê hatibû eşkerekirin. Serokê Desteya Teftîşê ya Serokwezîriyê têkildarî Susurlukê raporek hatibû amadekirin. Di raporê de kuştina Altun û rojnamevanên din ên li bakurê Kurdistanê hatibûn kuştin têde cih digirt. 
 
KELÛPELÊN LI PEY WÎ MANE 
 
Li gel ku 30 sal bi ser qetilkirina Altun re derbas bûye jî hêj êş û kula dayik û malbata wî wek duh taze ye. Dayika Altun, Turkan Altun a 74 salî behsa rojên xebata Cengizê xwe dike û hêj kelûpelên wî vedişêre û pê sebra xwe tîne. Dayik her ku li van kelûpelên Cengizê xwe dinêre xemgîn dibe, hêsir ji çavên wê dibarin. Di nav kelûpelan de lênûska têbiniyan, heste, kupurên rojnameyan, wêne, cixare û gelek tiştên din hene.
 
‘QATIL TIRSONEK BÛN’ 
 
Altun da zanîn ku heke dewlet bixwaze dikare kujeran derxe holê û dibêje çima dosyeya lawê wê di wan refikên gemargirtî de tê sekinandin. Altun diyar kir ku hêviya wan ji serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û ew ê heta dawiya jiyana xwe ji kujeran hesab bixwaze. Altun anî ziman ku ew li pey nirx û baweriya lawê xwe ye û got: “Mirovên me direvandin û qetil dikirin. Heyamek tarî û nexweş bû. Her roj ji gelek cihan xeberên nexweş û kuştinê dihatin. Cengîz û hevalên xwe ji kuştin, revandin û windakirinê neditirsîn. Çimkî wan dixwest rastiya ji xelkê re bêjin. Lê tehamulî rastiyan nekirin û bêbextan Cengizê min qetil kir. Piştî qetilkirina Cengiz, meleye taxa me revandin û îşkence lê kiribûn. Min ji maliyan re digot, heke Cengizê min sax bûya wê nûçeya mele çêbikira. Ew qet netirsiya lê yên wî kuştin tirsonek bûn.” 
 
KÊLIYA KU CENGÎZ TÊ KUŞTIN
 
Altun wiha behsa wê roja ku lawê wê hat kuştin kir: “Êvarê ji Midyadê hatibû. Serê sibê zû rabû û du sê gep tiştek avêt devê xwe û ecele ji malê derket. Ez heta ber derî pey ketim, min gazî kir ku taştêya xwe têr bixwe. Lê min wî zeft nekir. Bi hezkirina nûçeyê ew derket û çû… Kêliyek di navberê de derbas bû, min hawar û qîrîna cîranê me bihîst. Her kesî qîr dikir û digot, ‘li Cengîzê me xistin e’. Min dilê xwe xweş dikir, min digot tiştek wiha tune ye. Lê belê li Cengizê min xistibûn. Hêj ew kêlî ji bîra mina naçe. Delalîkê ber dilê min qetil kiribûn û wî di nava xwînê de hiştibûn.” 
 
‘PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMA’ 
 
Altûn destnîşan kir ku pênûsa lawê wê li erdê nema û hevrêyên lawê wê armanca xwe birin serî û got: “Wê rojê ewladê min hat qetilkirin, lê niha bi hezaran ewladên min hene. Ez çavê hemû xebatkarên çapemeniya azad yek bi yek maçî dikim. Hûn hemû Cengizê min in.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

24/02/2022
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir