NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên 27 welatên YE’yê dê bi rojeva şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê, li Brûkselê civîneke rû bi rû li dar bixin.
Piştî ku Rûsyayê Komarên Gel ên Donetsk û Lugansk’ê yên li Ûkraynayê bi awayekî fermî nas kirîn, rêveberên 27 welatên Ewropayê (YE) bi armanca diyarkirina “Nêzikatî” û “Çalakiyên hevpar” dê di saetên êvarê de civîneke rû bi rû bikin.
Rayedarekê Ewropayî têkildarî mijarê wiha got: “Federasyona Rûsyayê bi tevgerên xwe yên êrişkar re hiqûqa navneteweyî, yekparetiya xaka Ûkraynayê û serweriya wê binpê dike. Di heman demê de ziyanê digihîne pergala ewlekariyê ya Ewropayê. Girînge ku em bi awayekî hevgirtî tevbigerin, jiyan û çalakiyên xwe yên hevpar bi hev re pênase bikin.”
Lûtkeya rêveberên Ewropayê dê bi şev saet di 20.00’an de pêk bê.