Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir

  • rojane
  • 09:06 24 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Serokê Komeleya Mîllî Beka Hareketiyê yên şaxên Şirnexê û Cizîrê Halît Barkin, destnîşan kir ku di gendelîya bi qasî 4 milyon TL'yî de ew ne bi tenê bûye û xwe bi "Tifaqa Cumhûrê" parast. 

Serokê Komeleya Mîllî Beka Hareketiyê yên şaxên Şirnexê û Cizîrê Halît Barkin ê nêzî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, gendelî kiribû û di vê gendeliyê de bi qasî 4 milyon TL çirpandibû. Hurgûliyên nû yên vê gendeliyê derketin holê.
 
Barkin ku duh na pêr ji ber vê gendeliyê hatibû girtin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku wî ev gendelî tevî Serokê Herêma Anatolyaya Başûrrojhilatê û Serokê Şaxa Bedlîsê Erkan Beybîroglû kiriye. 
 
4 MILYON TL
 
Barkin, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li Cizîrê ji 17 kesan 4 milyon TL pere berhev kirine. Ji vî pereyî 400 hezar TL jê wî ji xwe re wergirtiye û yê mayîn jî di nav Erkan Beybîroglû, Haci Akyel û Nîmet Aşan de hatiye payêkirin. 
 
Barkin, di îfadeya xwe de gotiye: "Erkan Beybîroglû serokê Herêma Anatolyaya Başûrrojhilatê ya komeleyên me ye. Ev kes, 3 rojan carekê dihat Cizîrê û serdana komeleyên me dikir û ew kontrol dikirin. Beriya niha bi 9 mehan, gava Beybîroglû ji bo kontrolkirinê hat komeleya me, pirsa dahata komeleya me kir. Min jî jê re got, ji xeynî aîdatên komeleyê tu dahateke komeleyê tune ye. Bi me de xeyidî û got, 'ev çi kar e, hûn çawa debara xwe dikin û vê komeleyê îdare dikin. Li Şirnexê destê min digihê her derî. Ez tevli îhaleyan dibim û ji bo komeleyê dahatekê çêdikim.'"
 
'NAVBERA MIN Û WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ PIR BAŞ E'
 
Barkin, di îfadeya xwe de gotiye Beybîroglû jê re gotiye "Navbera me û Wezareta Karên Navxweyî û meqama dewletê pir baş e. Em karên îhaleyê bi vî awayî li ser navê komeleyê dikin. Ez ê ji bo vê aliyê we jî bikim, ji bo hûn karibin tevli îhaleyên dewletê bibin û dahatekê ji komeleyê re çêbikin. Ez van karan dişopînim. Li Şaredariya Şirnexê îhaleya konteyneran heye, bi qasî 80 hezar TL'yî ye. Em ê akribin tevlê bibin ji bo dahata komeleyê.' Me jî jêr e got pereyê me tune ye. Wî jî got dê hin kesan têxe dewrê û bi vî awayî pereyan eyar bike." 
 
Barkin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku ji bo îhaleyê ew qas pereyê wan tune bûye û ji bo vê fikirîne pereyan ji hin kesan bistînin û tevli îhaleyê bibin. Barkin gotiye: "Paşê ez, Nîmet Aşan, Haci Akyel û Mehmet Yavûz em fikirîn ku em ê tevlê bibin û pereyê jê bê em ê di nav xwe de payê bikin. Gava me ev biryar girt Erkan Beybîroglû jî li komeleyê bû, lê ji ber ku serokê herêmê bû got wê îmzeya xwe daneyne bin vê biryarê û deftera biryarê îmze nekir." 
 
Barkin, di îfadeya xwe de aniye ziman ku ji ber ku nikaribûne 80 hezar TL'yê deyn kirine bidin, ji kesekî din 70 hezar TL  pere bi beranberî 180 hezar TL'yî deyn kirine û ji ber ku nikaribûne deynê nû bidin telefon Erkan Beybîroglû kirine û gotiye: "Wî jî got, 'Şaredariya Şirnexê karkerên paqijiyê digire, ûn dikarin bi beranberiya 30 hezar TL'yî kesan têxin vî karî.' Ji bo vê 8 kesên ku navên wan nayên bîra min ên merivê Abdûrrahman C. û Fettah A. eyar kirin. Ev kes ji bo têkevin kar hatin komeleya me û her yek ji wan 30 hezar TL pere dan. Bi giştî 240 hezar TL hat berhevkirin. Ji vî pereyî 36 hezar TL ji min re ket, 64 ehzar TL ji Erkan Beybîroglû û 140 hezar TL jî ji Abdûrrahman û Fettah re ket." 
 
Her wiha Barkin di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku ji bo kar bikin ji endamê damezrîner ê komeleyê Mehmet Yavûz jî 200 hezar TL pere stendine. 
 
Barkin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku piştî nikaribûne deynê xwe bidin deşîfre bûne û got: "Min telefonî Erkan Beybîroglû kir û min jê re got, ez ê xwe bikujim. Wî jî got, 'nebî nebî tu tiştekî wiha bikî.' Got, heke bivê wê ji navenda giştî pereyan bixwazin. Bi me re eleqedar bû. Li Cizîrê her kes pê hesiya ku ew kesan dixapîne. Cabbar Badûr ji serokatiya komeleyê îstifa kir û aşkere bû ku rewş xirab bûye. Di vê pêvajoyê de me jî ji mirovan pere xwestin û peyman çêkirin ku em ê îhaleyan çêbikin. Me ev pêvajo bi qasî mehekê du mehan wisa bir. Ev peyman ne li cem min in. Bi kesên ku me pere jiw an stendin re ne. Paşê her kes fêm kir ku ev derew e û hatin komeleyê. Doza pereyê xwe kirin." 
 
Barkin gotiye: "Fettah A. û Abdûrrahman C. bi pereyê ku me ji kesên dê di şaredariyê de bixebitin stendin, wesayîteke bi plakeya 06 CEV 233 stendin." 
 
Barkin, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku Komeleya Mîllî Bekayê piştgiriya Tifaqa Cumhûrê dike û gotiye: "Wekî Serokê Komeleya Mîllî Bekayê ya Şaxa Cizîrê min belge îmze kirin. Me li Cizîrê ji 17 kesan 4 milyon TL pere berhev kir. Ji vî pereyî 400 ehzar jê paya min ket, ê mayî jî Erkan, Haci û Nîmet wergirtin." 
 
Her wiha Barkin di îafdeya xwe de ji bo wêneyê xwe yê bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû re jî gotiye, ne sixte ye. 
 
Barkin duh na pêr ji aliyê Dadgeriya Ceza yê Sulhê ya Cizîrê ji ber sûcê gendeliyê hat girtin. 

Sernavên din

24/02/2022
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir