AMED - Di doza rojnamevan Kîbriye Evren de biryara ku dosyeya wê bi dosyeya doza Mêrsînê re bibe yek hat dayîn.
Rojnamevan Kîbriye Evren bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Danişîna doza Evren li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Evren beşdarî dozê nebû û parêzerên wê Pîrozxan Karalî û Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Serokê dadgehê belgeyên li dosyeyê hatine zêdekirin parve kir.
Serokê dadgehê diyar kir ku bersiva muzakereya ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ku Evren ji dosyeya jimara 2020/240 tê darizandin hatiye û mafê axaftinê da parêzeran.
Resûl Tamûr da zanîn ku derbarê miwekîla wî de ji heman sûcan ji dosyeyek zêdetir çend doz hene û xwest ev dosye bibin yek.
Dozger jî xwest ku dosyeya li Mêrsînê û ya li Amedê bibe yek. Parêzeran di çarçoveya mutalayê de xwest doz bibin yek.
Dadgehê di biryara xwe de da zanîn ku li gorî rêbazê dosye dikarin bibin yek û biryar girt ku ev dosyeya heyî bi dosyeya li Dadgeha Mêrsînê biryara dosyeyan ku bibin yek.