NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de 4 kes birîndar bûn.
Hêzên artêşa Tirkiyeyê li ser rêya di navbera Qamişo-Amûdê bi SÎHA’yan wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên çavkaniyên ANHA’yê, di encama êrişê de 3 jê jin bi giştî 4 kes birîndar bûn.
Navên welatiyên di êrişê de birîndar bûyîn wiha ne: Daliya Şêxmûs (20), Roza Hemo (38) û Menîfe Himêdî (33). Navê kesê din ê di êrişê de birîndar bûyî nehat zanîn.