STENBOL - Hiqûqzanan li ber Dadgeha Stenbolê bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û xwestin demildest were berdan.
Gelek hiqûqzanan li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê li hev kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk. Parêzeran li ber deriyê dadgehê daxuyanî da. Seroka Odeya Bijîşkan Tirkiyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û gelek hiqûqzan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di axaftinên hatin kirin de hiqûqzanan bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û xwestin tavilê were berdan. Hiqûqazanan biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) ên derbarê Tugluk de jî rexne kirin û gotin li Tirkiyê pirsgirêka Saziya Tiba Edlî heye.
Şebnem Korur Fincanci destnîşan kir ku raporên derbarê Tugluk de tên amadekirin nayên qebûlkirin û li Tirkiyê pirsgirêkek civakî heye û ew muhtemelî heye ku her kes li Tirkiyê were hepskirin.