MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê, komeke nû ya girtiyan dewr girt.
Li dijî sepanên keyfî yên rêveberiya girtîgehê û binpêkirinên mafan, girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Hat zanîn ku komeke ji 3 girtiyan pêk tê, çalakî dewr girt. Her 5 rojan carekî komeke cuda çalakiyê dewr digire.
Daxwazên girtiyan wiha ne:
“* Divê zexta şandina qawîşên bêaliyan û sepanên ji bo şikandina vîna girtiyan di meriyetê de, bi dawî bibin.
* Divê girtiyên nexweş bên dermankirin û bi rêk û pêk bişînin nexweşxaneyê.
* Dema ku dibin nexweşxaneyê divê dev ji sepanên rûmeta mirovan dişikînin berdin.
* Divê dawiyek li biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê were û girtiyên cezayê wan xelas bûyîn bên berdan.
* Em dixwazin hemû mafên me yên çalakiyên civakî ku bi hinceta pêvajoya pandemiyê hatine qedexekirin dîsa li me bên vegerandin.”