Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e

img
AMED - ÎHD’a Amedê di rapora xwe ya sala 2021’an a binpêkirinên mafan de diyar kir ku 151 welatî û 156 girtî hatine îşkencekirin. ÎHD’ê destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovan e. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2021’an de li bajarên bakurê Kurdistanê qewimîne raporek amade kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Komeleyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. 
 
'DIVÊ TECRÎD WERE BIDAWÎKIRIN' 
 
Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman di civînê de axivî û behsa binpêkirinên mafan kir. Saman destnîşan kir ku bakurê Kurdistanê bi şerek metirsîdar re rûbirû ye û bal kişand ser dozên li siyasetmedarên kurd hatiye vekirin û got binpêkirinan tabloyek mezin li pey xwe hiştiye. Saman bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî didome. Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan û sê girtiyên binpêkirina mafê mirovan e. Em gazî dikin û dibêjin divê tavilê dawî li sepanên tecrîdê were anîn.” 
 
BANGA ÇARESERIYÊ 
 
Saman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk û xwest girtiyên nexweş werin berdan. Saman bal kişand ser polîtîkayên tundiyê yên rê li ber binpêkirina mafê mirovan vedikin û got divê ji nû ve pêvajoya çareseriya demokratîk were destpêkirin. 
 
RAPOR TIJE BINPÊKIRINA MAFAN E 
 
Piştî axaftina Saman, Nûnerê ÎHD’ê yê bajarên herêmê Tahîr Saçaklidir jî hûrguliyên raporê parve kir. 
 
Berfirehiya raporê wiha ye:
 
“Em Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên sala 2021ê yên Herêma Anatolyaya Başûrêrojhilat û Rojhilat eşkere bikin hatin cem hev.
 
Di herêma me ya ku bi aweyake fîîlî bi rejîma OHALê ve tê rêvebirin de; polîtikayên ku pêk tên di jiyana civakî de, di mijarên wekî; hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de rûxandinên giran pêk anîne. Di vê pêvajoyê de li ser navê ewlehiyê û ‘’ têkoşîna li hemberî terorê'’ polîtikayên pevçûn û tundiyê hatine hilberandin ev yek di polîtikayên navîn û derve de Tirkiyeyê biriye bêîstîkrariyê. Li qeyrana demokrasî û mafên mirovan qeyrana aboriyê jî zêde kiriye. 
 
Di sala 2021ê de binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî sîstematik berdewam kirine.  Tundî û pevçûna ku zêdetirîn di herêma me de tê jiyîn bê navber berdewam dike. Di pevçûnên çekdarî yên operasyonên leşkerî  û teqînan de her roj mirov jiyana xwe ji dest didin. 
Ji ber israra rêbazên li derveyî diyalog û muzakereyan,îro li herêmê em li gel rewşeke şer û êşên giran ên ku di jiyana civakî de bandorên neyênî li ser me pêk tînin  re rû bi rû ne. Dîsa ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyan binpêkirinên mafên mirovan tên rojevê. Di pevçûnên ku di sala 2021ê de jî berdewam kirine de leşker, polîs, mîlîtanên rêxistinê û gelek sîvîl jiyana xwe ji dest dane. Ji berê heta niha polîtîkayên pevçûn û tundiyan hatine ceribanin lê encam negirtine, ev yek mixabin li pişt xwe wendahiya mirovan dihêle û di civakê de birînên giran vedike. 
 
Polîtikayên ku berpirsiyariyên xwe yên ku dispêrin peymanên navnetewî û makeqanûnî pişt guh dikin, bûne amûrên pêkanînên kêfî yên desthilatdariya siyasî. Kesên ku li hemberî pêkanînên antî-demokratîk ên desthilatdariyê sekinîne, yan hatine girtin yan jî ji mafên xwe yên civakî û aborî bêpar hatine hiştin. 
 
Zordariyên li ser azadiya rêxistinbûyînê zêdetir bûne, binçavî û girtinên neheq bi zêdetir berdewam kirine. Bi taybet sîyasetmedarên Kurd û parazvanên mafan  bi sûcdarkirinên ‘’ endamtiya rêxistinên dijqanûnî’’ kirina ‘’ propagandaya rêxistinên dijqanûnî’’ re tên binçavkirin û tên girtin. Zordariyên giran yên  li ser ewlehiya kesan û li ser azadiya rêxistinbûyînê berdewam dikin. 
 
Hişmendiya rêveberiyeke otorîter ku her pirsgirêkê dike mijara ewlehî û mijara bekayê,ev yek di Tirkiyeyê de riya sîyaseta demokratîk digire, jiyana ku azadî û mafên mirovan dike bingehîn tune dike. Kesên muxalîf nikarin li hemberî polîtikayên desthilatdariyê birêxistin bibin tim bi zordariyê dengên wan tên birîn. Mînaka herî şênber di sala 2021ê de Serdozgeriya Dadgeha bilind ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan were girtin di Dadgeha Makeqanûnî de doz vekiriye. Erka daraziyê, ku ji hêla mijara xweser û bêalibûnê ve bûye nîvenda nîqaşan ji hêla rejîma siyasî ve hatiye siyasîbûyînkirin. Bi serîlêdana rêbaza girtina partiyeke siyasî pirsgirêka Kurdan jî bêçareserî dihêle. Di vê babetê de, em dixwazin bibîrbinin ku digel biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hevserokên serdema berê yên HDPê û parlementer bi tayînkirina qeyûman ji peywirên xwe dûr hatine xistin û hatine girtin. Polîtîkaya qeyûmê ku êdî wekî rêveberiya îdarî ya mayînde tê meşandin û hemû mafên bijarte û hilbijêrînê bi tevahî ji holê radike bi hemû pêkanînên xwe ve berdewam dike. 
 
Her roja ku derbas dibe binpêkirina mafan zêdetir û mayînde dibe. Ev yek girêdayî polîtîka û rêgezên ewlêkariyê yên desthilatdariyê ye. Polîtîkaya bêcezabûnê dibe sedema pêkanîna sûcdariya peywirdaran. Li hemberî binpêkirina mafên mirovan yên ku berê hatine jiyîn em dibînin ku darêzgerî kiryaran bê sûc nîşan dide. Di vî warî de; doza JITEMê ku wekî doza Cizîrê jî tê zanîn 21 kes hatibûn revandin û kuştin 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeriyê heşt kesên ku kiryarên vê bûyerê bûn beraat kirin. Piştî ku di sala 2005an de Pirtûkxaneya Umutê ya ku li navçeya Colemêrgê Şemzînanê bû hat bombekirin û kiryar hatin girtin. Ji hêla Fermandarê Bejayî yê wê demê Yaşar Büyükanıt ve wekî ‘’ zarokên baş’’ hatin pênasekirin, piştî vê yekê dadgeriyê di derheqê wan de biryara beraatê da. Ev yek nîşaneya israrkirina polîtîkayên bêcezabûnê ye. 
 
Em dixwazin îfade bikin ku li Tirkiyeyê bi taybet di salên dawî de zimanê sîyasetê yê berberî di nav civakê de bi êrîşan xwe nîşan dide. Em dixwazin mekanîzmayên siyasî li hemberî van êrîşan ji bo giringiya jiyana aşîtiyane û mafên mirovan bangawaziyê bikin û bibêjin bila di qada darizayê de ev bûyerana ji hemû hêlan ve werin lêkolînkirin û zelalkirin. 
 
Heke em bi kurtasî li ser hin binpêkirinên herêma  Anatolyaya BaşûrêRojhilat  û Rojhilat yê  di sala 2021ê de bisekinin;  di sala 2021ê de  li herêma me di şerên çekdarî de 45 peywirdarên bazbend jiyana xwe ji dest dane û 53 heb peywirdarên bazbend  jî birîndar bûne. 272 mîlitanên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 2 milîtanên rêxistinê jî birîndar bûne. Di operasyona leşkerî ya hewayî ya li Herêma Gareyê ya li Herêma Kurdistana Federe/ Iraqê pêk hatiye de, 12 personelên bazbend ên ji hêla mîlîtanên PKK ve hatibûn desteserkirin û hemwelatiyekî Îraqî jiyana xwe ji dest dane.  
 
Di sala 2021ê de tevî pêvajoya pandemiya xedar jî binpêkirinên mafên ewlekarî û azadiya kesane, êrişên li gel mafên xwepêşandan û berhevbûnê kirinên miameleyên xirab û îşkence, binpêkirinên mafên ragihandina xizmetên tendûristiyê berdewam kirine. Herî kêm 151 hemwelatî li cihê binçavkirinê û di serdegirtinên malan û kolanan de, 156 girtî jî di girtîgehan de rastî îşkence û miameleya xirab hatine. Dîsa 15 hemwelatî ji hêla kesên xwe wek hêzên bazbend nîşan dane ve bi darê zorê li derveyî qeydan hatine binçavkirin û li wan sixurtî hatiye ferzkirin. 5 kes jî ji hêla bazbendan ve hatine tehdîtkirin. Ji bilî binçavkirin û li cihê binçavkirinê zêdebûna bûyerên îşkenceyê û miameleyên xirab ji raporê jî diyar dibe. Em dixwazin careke din bibîrbînin ku li gor qanûna bingehîn û peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê jî qebûl kiriye îşkence teqez hatiye qedexekirin. Divê demildest ev rêbazên dijmirovahî werin dawîkirin, kesên ku van rêbazan bikartînin ji peywirên xwe werin girtin û derkevin hemberî dadgeran û werin cezakirin. 
 
Di rapora me de ew ê were dîtin ku binpêkirinên li girtigehan zêde bûne. Bi rêziknameya ku di serê sala 2021ê de hatiye derxistin û di encama pêkanînên îdarî de sirgûn û îşkence zêde bûne û di gelek mijaran de binpêkirin pêk hatine. Bi derxistina rêziknameyan bêadeletiya di înfazan de girantir bûye, li gorî rapora Lîjneya Çavdêriya Îdarî girtiyên ku înfaza cezayê wan temam bûne bi biryarên îdarî yên kêfî nayên berdan. Em dixwazin diyar bikin ku ev rewş li dijî rêgeza qanûnbariya makeqanûnê ye, binpêkirina mafên ewlehî û azadiya kesan e. 
 
Di sala 2021ê de 170 girtiyên polîtîk yên ku di girtigehên herême de diman, bê hincet ji ber sekna wan a polîtîk wan sirgûnî bajarên dûr yên ku dûrî malbatên wan in  kirine. Dîsa 50 girtiyên siyasî di girtigehê de yan jî di dema neqlkirinê de rastî îşkence û miameleyên xirab ên îdareya girtîgehê hatine. Mafên ragihandin û tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin, bi hin cureyên sûcên disiplînê rastî tecrîd û îzolasyonê tên. Bi taybetî binpêkirinên mafên tenduristiyê hîn jî didomin. Li gorî daneyên ‘’lîsteya girtiyên nexweş û nexweşên giran’’ a navenda giştî ya komeleya me, li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî 604 bi giranî 1605 girtiyên nexweş hene. Di sala 2021ê de 7 girtiyên ku di lîsteya nexweşên giran de bûn ji bo ku nikaribûn tedawiyeke baş bibînin di girtigehê de jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin îfade bikin ku bi taybetî binpêkirinên mafên tenduristiyê di vê pêvajoyê de dibe mijara gilî û gazincan. Ji ber ku girtiyên nexweş ji mirinê re hatine hiştin û girtîyên ku înfazên wan temam bûne lê bi sedemên kêfî serbest nayên berdan ji hêla malbatên girtiyan ve li Baroyên Amed û Wanê çalakiyên  ‘’Nobeta Edaletê’’ hatine dest pê kirin û hîn jî berdewam dikin. Digel hemû hewldanên raya giştî û komeleya me,Halîl Guneşê ku  ji ber nexweşiyê jî înfaza wî nehat sekinandin û di dîroka 15ê Berfanbara 2021ê de jiyana xwe ji dest da, ev nêzikatiya li hemberî Halîl Guneş nîşaneya  bi êş a girtiyên nexweş e. 
 
Di girtîgehan de mijareke giring a din jî pêkanîna tecrîdê  ya ku li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin e. Li ser Ocalanê ku di statûya girtiyên cezaxwarî de ye û 5 girtiyên sîyasî yên ku di heman girtîgehê de ne, nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bînin. Ev qedexe nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e. Di girtîgehan de pêkanînên li gorî kesan rewşeke dijberî hiqûqa mirovî û hişmendiya mafî ye. Ji ber vê yekê em bang dikin ku pêkanînên tecrîdê divê demildest werin dawîkirin.
 
Em dixwazin ku balê bikşînin rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de tê kelepçekirin û ev yek vedigere îşkenceyê, her roja ku Mehmet Emîn Ozkan li girtigehê tê hiştin binpêkirina mafên mirovan e, nexweşeke din jî sîyasetmedera Kurd Aysel Tugluk e ku teşhîsa Demansê lê hatiye dayîn, heşt meh  ji hêla bijîşkên Zanîngeha Tibê ya Kocaeliyê ve hatiye kontrolkirin  .Piştî lênihêrînê Zanîngeha Tibê ya Kocaeliyê gotiye nexweşiya Aysel Tugluk mayînde ye û her çiqas biçe ew ê girantir bibe, lênihêrîna tenduristiyê dê li girtigehê bibe pirsgirek, li girtigehê ew ê nikaribe bi tena serê jiyana xwe bidomîne. Ji ber vê yekê divê cezayê wê were taloqkirin. Digel van nêrînan jî Aysel Tugluk hîn jî di Girtîgeha Girtî ya Kandirayê de tê girtin. 
 
Pêkanînên cihêkar û dijhiqûqî yên darezgeriyê û Saziya Tiba Edlî ya dûrî zanînê, li ser mafên jiyana nexweşên giran ên ku li girtîgehê tên hiştin xetereya binpêkirina mafan derdixe pêş. Em dixwazin bibîrbînin ku berpirsiyariya bicîhanîna mafên wekhev û bêcihêkarî aîdê dewletê û saziyên girêdayî dewletê ne. Em careke din bang dikin û dibêjin divê Wezareta Edaletê mercên dijhiqûqî yên ku li girtîgehan tên jiyîn bi dawî bike ji bo ku nexweşên girtî bikaribin xizmetên tenduristiyê yên baş bigirin divê werin berdan. 
 
Mijareke din a ku bi sedema pevçûnê dibe binpêkirina mafan,binpêkirinên girêdayî operasyonên leşkerî û qedexeyên derketina derve û îlankirina herêmên ewlehiyê ne. Bi sedan herêmên ku gundan jî di nav xwe de dihewîne, bi hincêta ku ew ê operasyonên leşkerî pêk werin wekî herêmên ewlehiyê yên taybet hatin eşkerekirin, dîsa gelek caran qedexeyên derketina derve hatin eşkerekirin. Hemwelatiyên ku li gundên wan qedexe hatine eşkerekirin nikarin jiyana xwe ya rojane bidomînin û mexdûr dibin. Di şewatên daristan û gundan de, wendahiyên aborî pêk hatine. Di dema operasyonên leşkerî de bi serdegirtinên ji hêla hêzên ewlehiyê ve binçavkirinên neheq pêk hatine. 
 
Tirbên mîlîtanên PKKê yên ku di pevçûnên çekdarî de li çiya yan jî li bajaran jiyana xwe ji dest dane hatine xerakirin, ev yek ne dikare bi mirovahî ne bi hiqûqî ne jî bi oldarî were ravekirin. Dîsa cendekên endamên rêxistinê digel ku dikarin werin teşhiskirin jî ji hêla serdozgeriyê ve ji bo tespîtkirina nasnameyê dişinin Saziya Tiba Edlî her çiqas bi hiqûqî ev yek ne mecbûrî be jî ev pêkanîn tê kirin. Ji bo ku ev miamele demekê dirêj digire,  xizmên girtiyan nikarin şîna xwe li dar bixin. Ev hinceta ku xwe nikare bispêre hiqûqê û wijdanê li ser xizmên cendekan bi rûhî bandorên neyênî pêk tîne.  
 
Zextên li ser vegotinê û rêxistineke azad, bi qedexe û sînordarkirinan mixabin berdewam dike. Di xala 34emîn a Makeqanûnê de  civînên derve û xwepêşandanên ku lêgerîna mafên rewa ye  hatiye qebûlkirin jî bi biryarên kêfî û dijhiqûqî yên Walî û Qeymaqaman tên qedexekirin û sînordarkirin. Civîn û xwepêşandan, di hin bajaran de bê dem, di hinek bajaran de jî 15 rojan hatine qedexekirin û ev qedexe her meh tên dubarekirin. Di sala 2021ê de 50 car biryarên qedexeyan hatine eşkerekirin. Ji 20 xwepêşandanên civakî yan jî civînên ku li derve hatine kirin ji hêla hêzên bazbend ve midaxale hatiye kirin. 20 xwepêşandan û civînên li derve ew ê bihatina lidarxistin jî hatine qedexekirin. 
Wekî ku tê zanîn di Adara 2020î de bi şewba Covîd-19an tundiya li ser jinan a di nav malbatê de zêdetir bûye. Ji bo ku mayîna malê mecbûrî bû û di vê pêvajoyê de bi guherînên Qanûna Înfazê mêrên ku li ser jinan tundî pêk anîne hatin berdan bi vê yekê re rêjeya tundiya li ser jinan zêdetir bûye. Divê di vê pêvajoyê de li ser kuştinên jinan ên ku di demên dawî de zêdetir bûne were sekinandin berovajiya vê yekê Tirkiye destnişana xwe ya Peymana Stenbolê ya ku jinan diparêze paşve kişand ev rewş nayê qebûlkirin. Ji sala 2014an vir ve, her çiqas di pêkanînê de pirsgirêk werin jiyîn jî ji bo jinan hêvî dihewand. Mixabin roja ku ji peymanê hatiye vekişandin heta niha 32 jin bi tundî hatin kuştin, 21 heb jin jî xwe kuştine. Em dibînin ku Peyman û destketiyên parastinê çiqas ji bo jiyanê bi wate ne. Em dixwazin dîsa bibîrbînin ku her çiqas bi biryareke dijhiqûqî ji peymanê hatibe vekişandin jî em ê Peymana Stenbolê û desketiyan biparêzin.
 
Yên ku zêdetirîn bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin zarok in, îstîsmara zayendî û tundiya  malbatî û civakî  li ser zarokan berdewam dikin. Di herêma me de di sala 2021ê de 8 zarok di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan, 12 zarok mecbûr man xwe bikujin. Herî kêm 34 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man. 
 
Binpêkirinên li ser fikirîn, vegotin û azadiya rêxistinbûyînê tu tiştek kêm nebûye. Di sala 2021ê de li herêma me bi sedemên polîtîk ji 167 kesên ku xwendevanên zaningehê û sîyasetmedar jî di nav de ne lêpirsîn û doz hatiye vekirin, dîsa di encama van lêpirsîn û dozan de ji 191 kesî re cezayên cûr bi cûr hatine dayîn. Li ser binpêkirinên mafên civakî û aborî jî 22 xebatkar di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane û 8 xebatkar jî birîndar bûne. 404 kes jî bi neheqî ji kar hatine derxistin. 15 kes ji peywira xwe hatine dûrxistin û 23 kes jî ji kar hatine avêtin.
 
Di demên dawî de bi qeyrena aborî ya ku bi polîtikayên desthilatdariyê yên şaş zêde bûne  li ser mafan binpêkirinên cidî pêk anîye. Zemên ku li ser amûrên jiyanê yên rojane dibin derfeta jiyaneke mirovî ji holê radike. Xwepêşandanên demokratîk û meşên ku ji bo vê rewşê were kirin ji hêla bazbendan ve bi tundî tê astengkirin. Dîsa em dixwazin diyar bikin ku bi qeyrena aborî ya ku her roj zêdetir dibe ji bo piştgiriya aborî her roj serîlêdan li komeleyên ku ji bo binpêkirina mafan dixebitin tê kirin
 
Kedkarên çapemeniyê yên hêja;
 
ÎHD her tim mafê aşîtîyê parastiye û ew ê biparêze. Wekî her tim em dibêjin binpêkirinên ku em di jiyana xwe de dijîn, encama polîtikayên dewletê yên şaş û bi xete ne. Em parazvanên mafan yên ku veguherîne mekanizmaya venêrînê, li hemberî Polîtikayên Hikumetê yên şaş ku dibin sedema binpêkirina mafên mirovan em ê di nav çalakiyên parastinê de bin. Bi vê hincetê em daxwaz dikin ku bila dev ji polîtikayên ku rê li ber binpêkirinên mafên mirovan vedike berdin, bila demildest pevçûn werin bi dawîkirin û ji bo çareseriya demokratîk dîsa muzakere werin kirin.” 
 
 
 
 

Sernavên din

02/03/2022
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî