Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî

img

RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar bi têkoşîna xwe bûye sembola hemû kesên li pey edaletê digerin. Dayika Emîne ku di emrê xwe yê 66 salan de gelek êş kişandine, li dijî kesên malbata wê qetil kirîn, dest bi têkoşîna edaletê kir û ev têkoşîna wê bo gelek kesên li edaletê digerin bû sembolek. 

Emîne Şenyaşar (66) li Pirsûs a Rihayê dijî û heta çend sal berê jî tenê ji hêla xizm û cîranên xwe ve dihat naskirin. Lê niha weke yek ji sembolên edaletê ya Tirkiyeyê tê naskirin. Ne tenê li Tirkiyeyê lê li gelek welatên cuda yên cîhanê, pirî kes Emîne Şenyaşar nas dikin. Sedema berbelavbûna navê wê jî têkoşîna wê ya edaletê ye ku ji bo qirkirina malbata xwe dide. Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, bi ser dikana malbata Şenyaşar de girt û hem hevjîn û hem jî du kurên wê qetil kirin. Dayika Emîne jî ji bo ku balê bikişîne ser vê komkujiyê û kujerên malbata wê bên darizandin, dest bi têkoşîna edaletê kir. Vê têkoşînê, dayika Emîne kir “sembola lêgerîna edaletê.” 
 
 
EMÎNE ŞENYAŞAR KÎ YE?
 
Dayika Emîne Şenyaşar ku malbata wê hatiye qetilkirin û ji edaletê bêpar hatiye hiştin, gelek caran rastî êşên wiha hatiye û her tim têkoşiya ye. 
 
Di 2’yî adara sala 1956’an de li gundê Eşme yê Pirsûsê ji dayik dibe. Binemala dayika Emîne jî di salên 1925-30’an de ji ber zexta axayên gundê Goganê neçar dimînin ku koçî gundê Aşmeyê bikin. Zarokatiya dayika Emîne bi 7 xwîşk û birayên heman dayikê û 8 xwîşk û birayên jinbavê re li gundê Aşmeyê derbas dibe. 
 
NEKARÎ BIÇE DIBISTANÊ
 
Emîne Şenyaşar ji eşîra Şedadiyan e û bavê wê bazirgan bû. Di wan salan de li gund dibistan nebû û civaka heyî jî li dijî xwendina zarokên keç bû. Lewma nekarî biçe dibistanê. Hêj di emrê xwe yê biçûk de li nava zeviyên pembû xebitî. Di nava zeviyan de li rexekî bi hevalên xwe re pembû kom dikir û li rexa din jî dilîst. Cara ewil jî bi girtina bavê xwe re ji gund derdikeve û diçe Girtîgeha Pirsûsê. Bavê wê di şerekî çekdarî de birîndar dibe û bi birîndarî tê girtin. Bavê wê, çar salan di girtîgehê de dimîne. Şenyaşar, heta roja zewacê, tenê 3 caran ji gund derdikeve ku wan caran jî diçe serdana bavê xwe. 
 
LI BERAMBERÎ ZEWACÊ KEKÊ XWE...
 
Di 20 saliya xwe de Emîne Şenyaşar dibe pêguherka birayê xwe û bi Haci Esvet Şenyaşar re dizewice. Ji wesayîta ku di navbera her du gundan de disekine paya dikin û piştre li wesayîta din tê siwarkirin. Xwîşka Haci Esvet Şenyaşar jî bi heman awayî ji wesayîtê tê payakirin û li wesayîta kekê Emîne Şenyaşar tê siwarkirin. 
Emîne Şenyaşar wiha qala zewaca xwe dike: “Tenê cilek li min hatibû kirin û ji min re gotin tu dizewicî. Heta roja zewacê jî min ew nedîtibû. Piştî zewacê jî em li Pirsûsê bi cih bûn. Haci Esvet, bazirganiya gubre dikir. Bi malbata Haci Esvet re di heman malê de mam. 4 sal piştî zewacê jî em çûn gundê hevjînê min ê bi navê Tûxûtê.” Di vê navberê de Şenyaşar bi sewalkarî û hilberînê re mijûl dibe. Ji ber pirsgirêkên aborî, her danê salê ji bo karê çinîna pembû diçûn Heranê. 
 
ÊŞA YEKEMÎN: ZEYDE
 
Zaroka ewil a dayika Emîne ya bi navê Zeyde ku weke “nûxuriya xwe” pênase dike, di bihara ciwantiya xwe de anku di 25 saliya xwe de bi nexweşiya penceşêrê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Zeyde, zewicî bû û keçeka wê ya 3 salî hebû. Beriya wefata xwe jî keça xwe emanetî dapîra wê Emîne Şenyaşar dike. Neviya wê Rojda ku niha 18 salî ye, hêj jî bi dapîra xwe re dijî. 
 
6 ZAROKÊN WÊ ÇÊBÛN
 
Piştî wefata Zeydeyê, li gorî rêzê Celal, Perîhan, Ferît, Fadil, Adil û Mehmet ji dayik dibin. Bi xerabûna şert û mercên jiyanê re malbata Şenyaşar di serê salên 1990’î de koçî navenda Pirsûsê dikin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ji bo bazirganiyê diçe Qibrisê û kurê wî yê mezin Celal jî li cem tûpfiroşekî dixebite. Di sala 2005’an de jî êdî dikana xwe dide xebitandin. Celal jî 10 salan piştre dikana tûpfiroş dewr digire û vediguherîne dikana zicaciyê. Ev dikan, 13 sal piştre dê bibe cihê destpêka komkujiya li ser malbata Şenyaşar.
 
KOMKUJÎ LI BER ÇAVÊ HER KESÎ HAT KIRIN 
 
Sal êdî bûye 2018 û ji mehan hezîran e. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz tevî parêzvan û xizmên xwe berê xwe dide kargeha malbata Şenyaşar a li Pirsûsê û êrişî wan dike. Di encama êrişê de Adil, Celal, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar û kekê Yildiz ê AKP’î Mehmet Şah Yildiz bi giranî birîndar dibin. Di êrişa li kargehê de kesekî jiyana xwe ji dest neda. Lê êrişa heyî li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Piştî bi mirina kekê Yildiz ê AKP’î re, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li hemberî malbata Şenyaşar komkujî hat kirin. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKPî, Adil û Celal Şenyaşar qetil kirin. Di wan kêliyan de waliyê Rihayê û parlamenterên AKP’ê yên berê jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. 
 
JI NEXWEŞXANEYÊ REVANDIN 
 
Bi bihîstina bûyerê re Emîne Şenyaşar û Haci Esvet Şenyaşar berê xwe dan nexweşxaneyê. Haci Esvet Şenyaşar li vir rastî êrişê hat. Xizm û parêzvanên Yildiz ê AKP’î, li pêş çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê û hêzên emniyetê, bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal bi çek û kêran qetil kirin. Di wê navberê de Fadil Şenyaşar jî revandin nexweşxaneyeke navenda Rihayê û bi vî awayî xelas bû. Her wiha Mehmet û Ferît Şenyaşar jî bi awayekî veşartî li ambûlansan hatin siwarkirin û revandin nexweşxaneyeke Dîlokê. Di dawiya dawî de ji malbata Şenyaşar 3 kesan di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
DEMA GORA 3’YEMÎN DIHAT KOLANDIN... 
 
Ji malbatê tenê Emîne Şenyaşar bêyî ku birîndar bibe xwe ji êrişê xelas kiribû. 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û 3 kurên wê jî bi giranî birîndar bûbûn. Digot qey hevjînê wê li nexweşxaneyê tê dermankirin lê ew jî di êrişê de hatibû qetilkirin. Dayika Emîne ji bo veşartina cenazeyê kurên xwe Adil û Celal diçe Goristana Pirsûsê û dibîne ku sê gor hatine kolandin. Wê demê pê dihese ku hevjînê wê jî hatiye qetilkirin.
 
FADIL HATE GIRTIN
 
Fadil Şenyaşar di komkujiyê de bi giranî xelas bûbû û hêj birînên wî baş nebûbûn ku birin emniyetê, îfadeya wî hate girtin, sewqî edliyeyê hat kirin û ji hêla Dadgeha Cezayên Silhê ya Rihayê ve hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
BI VEŞARÎ ÇÛ SERDANA GORAN
 
Zilma li serê malbata Şenyaşar hatiye kirin tenê bi vê yekê re bisînor nema. Ji ber zextên malbata Yildiz ê AKPî, dayika Emîne Şenyaşar nekarî biçe mala xwe ya li Pirsûsê. Endamên malbatê yên karîn xwe ji komkujiyê xelas bikin, koçî navenda Rihayê bûn. Ji bo ku zarokên wê yên din rastî êrişeke din neyên, dayika Emîne bi awayekî veşarî çû serdana gorên 2 kur û hevjînê xwe. Demek piştre bi mezinbûna piştgirî û piştevaniya gel re malbata Şenyaşar dîsa vegeriya mala xwe ya Pirsûsê. 
 
Ji bo ku kesên malbata wê qetil kirîn bên darizandin, dayika Emîneyê di nava van 3 sal û 9 mehan de di her kêliyê de têkoşîna edaletê da. 
 
HETA KU EDALET PÊK TÊ...
 
Ji bo ku pêşketinên di dosyayê de hîn bibe, dayika Emîne Şenyaşar her roj berê xwe da Edliyeya Rihayê. Emîne û Ferît Şenyaşar dixwestin ku têkildarî dosyayê bi dozger re hevdîtinê bikin lê belê ev daxwaza wan her carê hate redkirin. Li ser vê yekê jî gotin; “êdî bes e, em edaletê dixwazin” û li ser dereskeyên edliyeyê rûniştin û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kirin. Daxwaza wan jî ew bû ku kujerên malbata wan bên girtin û Fadil Şenyaşar bê berdan. Bêyî ku bêzar bibin, bi dehan caran ji bo dosyayê xwestin bi dozger re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan her carê hate redkirin. Li ser vê yekê jî Emîne û Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.  
 
6 CARAN BINÇAV KIRIN, 14 CARAN ÎFADE DA û 4 DOZ HATIN VEKIRIN 
 
Neqebûlkirina daxwazên malbatê li hêlekê, ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, derheqê wê de bi hinceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” 4 caran doz hate vekirin. Bi heman sedemê, 14 caran gazî îfadeyê kirin. Bêyî ku hincetek were nîşandan, dayik û kurê wê 6 caran hatin binçavkirin û gelek caran jî bi darê zorê rakirin nexweşxaneyê. Hinek caran jî dema ji bo nimêjê diçûn û dîsa vedigeriyan, di dîtin ku pankartên wan hatine dizîn. Dema ji bo pirsîna aqûbeta pankartên xwe ber bi deriyê edliyeyê ve diçûn jî artêşeke polîsan pêşî li wan digirt. Ji ber ku pankartên wan ji stûnên beton digirtin, gelek caran cezayê pere lê hate birîn. Sedema wê jî weke “qedexeye ku pankart bi dîwarên cemaweriyê ve bên daliqandin” hate nîşandan. Heta niha 9 dozgerên dosyayê hatine guherandin û lê yek ji wan jî daxwaza hevdîtinê qebûl nekirin. 
 
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ ZÊDE BÛN
 
Şêniyên bajêr navê “Kunciyê edaletê yê malbata Şenyaşar” li cihê çalakiyê kiribûn û ev kuncik êdî bûbû mala duyemîn a malbata Şenyaşar. Her roj di saetên serê sibehê yên zûde ji mala xwe ya Pirsûsê ber bi Rihayê ve diketin rê. Ev rêya ku weke “rêya mirinê” tê pênasekirin, 42 kîlomîtroyan dirêje. Malbat, heta niha zêdetirî 29 hezar kîlometreyan li vê rêyê hatiye û çû ye. 
 
Li rexekî têkoşîn û li rexa din jî rondikên dayika Emîneyê qet nerawestiyan. Her ku diçû rewşa tenduristiyê ya Şenyaşar xerabtir bû. Her tişt bi çavên xwe dîtibûn lewma jî tedawiya psîkolojîk didît. Lê belê bi demê re çavê wê yê rastê êdî ji sedî 70 nedidît. Li çokên wê av kom bû û bijîşkan bi israr got ku divê emeliyat bibe. Dayika Emîne jî her carê ev bersiv da; “Heta ku kurê min neyê berdan ez tedawî nabim.”  
 
TÊKOŞÎNEKE BÊNAVBER
 
Tevî serma û germaya Rihayê û zextan jî, Emîne Şenyaşar têkoşîna xwe bênavber domand. Li dijî astengkirin û qedexeyan, ya ku herî zêde hêz daye malbatê ew bû ku ji Qersê heta Muglayê, ji Stenbolê heta Colemêrgê gelek mêvan çûn serdana wan û piştgirî dan. Li hêlekî serdanên ji bo piştgiriyê zêde bûn û li hêla din jî malbatê li Dîlok, Amed, Stenbol û Enqereyê bi mebesta piştgiriya hiqûqî gelek serdan kirin. 
 
Kêmekî dem ma ye ku Nobeta Edaletê êdî sala xwe temam bike. Emîne Şenyaşar dibêje ku dê nobeta xwe biisrar berdewam bikin û ew “ji bo her kesî edaletê dixwazin.” Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, nobeta xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê niha jî veguhestin pêşiya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê. Malbatê li vir jî daxwaza hevdîtinê kir lê ev daxwaz dîsa hate redkirin. 
 
BÛ HÊVÎ
 
Tevî hemû zext û astengkirinan jî dayika Emîne Şenyaşar dest ji têkoşîna xwe berneda. Ev têkoşîn, ji bo gelek kesan jî bû hêvî. 
 
Di 15’ê hezîrana sala 2019’an de, komeke çekdar a ji eşîra Îzolê ku ji kurê parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol û birayên wî pêk dihat, li Taxa Çeltîk a Siwêreg a Rihayê bi ser mala malbateke ji heman eşîrê de girt. Di êrişê de Zozan Îzol, hevjînê wê Hakki Îzol, Meral Îzol û kurê wê Mûsa Serhat Îzol hatin qetilkirin. Hinek endamên malbata Îzol çûn serdana Emîne Şenyaşar û piştgirî dan. Di serdanê de Serdar Îzol axivî ku hevjîna wî, kurê wî û kekê wî hatibûn qetilkirin. Îzol, da zanîn ku tevî bi ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne jî edalet pêk nehatiye. Îzol jî di 21’ê îlona 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. 
 
XIZMÊN GIRTIYAN
 
Di demekî kin piştre de li gelek deverên Tirkiyeyê bi daxwaza edaletê çalakî hatin lidarxistin. Yên ku li hundirê edliyeyê rastî bêedaletiyê dihatin, ji bo ku dengê xwe bigihînin rayedaran û raya giştî, gelek çalakiyên cuda li dar xistin. Yek ji van çalakiyan jî, çalakiya malbatên girtiyane ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Baroya Amedê hatibû destpêkirin. Piştî Amedê, vêcarê jî malbatan li Wan û Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. 
 
XIZMÊN CERDEWANAN
 
Li Bismil a Amedê ji ber rageşiyekê axê, di navbera zirbirayan de şer derket. Piştî şer jî cerdevanê bi navê Mahmût Karaaslan ku ji ber kuştina hevjîna xwe Hamdiye Şik (61) û kurê xwe Kadîr Karaaslan (26) hatibû girtin û kurê wî yê cerdevan Sîdar Karaaslan ê girtî hatin berdan. Hamdiye Şik ku digot bi berdana van kesan jiyana wan di xetereyê de ye, tevî xizmên xwe di 18’ê mijdara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbatê hewl dan dengê xwe yê ji bo edaletê bidin bihîstin. 
 
GULISTAN DOKU 
 
Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku (21), di 5’ê çileya 2020’an de hate windakirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Malbata Doku ku li Erxenî ya Amedê dijiya, di 1’ê çileya 2022’yan de li pêşiya Edliyeya Dêrsimê nobet da destpêkirin. 
 
"HEKE EM JÊ NEXWIN JÎ DÊ ZAROKÊN ME BIXWIN’
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar, bandoreke mezin kir û heta niha her tim daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Şenyaşar dibêje ku wê zarokên xwe di nava şertên zehmet de mezin kiribûn. Dayika Emîne got ku êşa kurê wê Adil li wê giran tê. Dema qala Adil dike, rondikên çavên wê dibarin û ji ber xwe ve dibêje; “Adil, haziriya zewacê dikir.” 
 
Dayika Emîne anî ziman ku zarokên wê her tim li mala wê kom dibûn, tu carî ew bi tenê nedihiştin û mehek beriya komkujiyê jî li gel Ferît ji bo umreyê çûne Mekkeyê. Dayika Emîne got ku ji bo saleke din dîsa biçin umreyê, bi kurê xwe Celal re plan çêdikirin û wiha axivî: “Sê meh beriya komkujiyê, kurên min Adil û Celal li 3 donimên erd darên fêkiyan çandibûn. Wekî ku Celal hîs kiribe dê ev tişt bi serê wan bê, digot; ‘dibe ku em pê re negihijin lê zarokên me dê ji van darfêkiyan bixwin.’” 
 
'EM Ê SIBE BÊHNA XWE VEDIN’
 
Dayika Emîne Şenyaşar ku 14’ê hezîran mîna duh hêj li bîra wê ye, wiha qala wan kêliyan dike: “Ez ji şîna xizmekî me vedigeriyam. Ez çûm dikana zarokan. Min li wir Adil dît lê Celal nedît. Erefeya Cejna Remezanê bû lewma sûka bajêr gelek qelebalix bû. Kurê min Adil got; ‘Îro êdî dawî ye. Em ê 2-3 rojan bêhna xwe vedin.’ Dema ez gihiştim malê jî Celal telefon kir bê ka min çi şîv çêkiriye. Ev, bû axaftina min û wî ya dawî.” 
 
Bi domdarî jî dayika Emîne dibêje ku dema çûyîn dikanê, dîtin ku birîndaran radikin nexweşxaneyê û ew kêlî wiha vegotin: “Celal ji hevalekî xwe re got; ‘me nebin nexweşxaneyê dê me li wir bikujin.’ Ez û hevjînê xwe bi hev re çûn nexweşxaneyê. Min li nexweşxaneyê qet dengê çekan nebihîst. Heta em gihiştin wê derê, zarokên me kuştibûn. Bi ketina me ya nexweşxaneyê re gelek kesan êrişî Haci Esvet kir. Em derbasî Beşa Lezgîn bûn lê dîsa jî êriş kirin. Êrişkaran digot; ‘em ê we bikujin.’ Kesekî nas ez ji nexweşxsaneyê derxistim. Min kurê xwe Fadil, bi birîndarî li Nexweşxaneya Balikligol a Dewletê dît. Piştre jî ji bo definkirina cenazeyan hatim Pirsûsê.” 
 
'ÊDÎ BES E’
 
Emîne Şenyaşar ku ji roja komkujiyê heta niha li pey edaletê digere, 20 kesên beşdarî komkujiyê bûne teşhîs kirin. Lê tevî vê yekê jî heta niha kesek ji wan nehatiye girtin. Dayika Emîne bertek nîşanî neberdana kurê xwe da û wiha bi dawî kir: “Êdî bes e. Ev bû salek û em hêj jî li edaletê digerin. Heta ku kurê min ê girtî tê berdan, ez ê ji pêşiya edliyeyê bi cihekî ve neçim.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

02/03/2022
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî