Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin

  • jin
  • 09:06 4 Adar 2022
  • |
img

AMED - Xebatên ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê didmin. Jinan got: "Dema koletiyê qediya. Êdî dem dema têkoşîn û azadiyê ye. Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên qadê." 

Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) û rêxistinên jinan ve çend roj berê dest pê kirin, didomin. Li Amedê jî bênavber xebatên ji bo 8'ê Adarê didomin. Di çarçoveya çalakiyan de dê belavok bên belavkirin, serdana malbatên di Nobeda Edaletê de bê kirin, meş û tûra bi duçerxeyan, haî û nîşandana fîlman bê lidarxistin. Di 8'ê Adarê roja sêşemê de jî, dê li Qada Îstasyonê mîtîngek mezin bê lidarxistin. Tê payin dê di mîtîngê de hunermend Îlkay Akkaya, Koma Sorjiyan û Ayfer Duzdaş derkevin ser dikê. 
 
Jinên bênavber xebatên ji bo çalakiyan didomînin bang li hemû jinan kirin ku di 8'ê Adarê de tevli mîtîngê bibin. 
 
Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, anî ziman ku her sal li gor ruhê demê dirûşmeyekê diyar dikin û dirûşmeya îsal jî "azadî" ye û got: "Sedema jî, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li hember jinan tên pêkanîn, polîtîkayên netewperest û zayendperest in." 
 
DAXWAZÊN SEREKE
 
Yildiz, bilêv kir ku jin tevî hemû zext û zoriyan jî dev ji qadan û kuçeyan bernedane û dê di çalakiyên îsal bal bikişînin ser rewşa siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din jî. Yildiz, destnîşan kir ku daxwaza ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser girtiyên din jî rojevên sereke yên çalakiyên wan ên îsal in û got: "Ji lew re civak bi temamî tê tecrîdkirin. Ev tecrîd, tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye." 
 
FELSEFEYA OCALAN
 
Yildiz, bal kişand ser tecrîdê û got: "Ji lew re jinên kurd, tevgereke ku li dor felsefeya Birêz Ocalan bûne yek. Ev felsefe jî, felsefeya azadiya jinê ye. Birêz Ocalan li Îmraliyê tim digot, 'Rizgariya jinê projeya min a nîvcomayî ye.' Jin jî divê di vî warî de rêxistinbûyîna xw exurt bikin û xwe bigihînin hemû derdoran. Rizgariya jinê, tenê jiheqderketina ji zayendparêziyê ye. Di heman demê de têkoşîna ji bo jiyana jin û mêran a bi hev re ye. Felsefeyeke bi vî rengî ye." 
 
Yildiz, bilêv kir ku ew wisa bawer dikin ku paradîgmaya bîrdoziya rizgariya jinê ya Ocalan, ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. 
 
XEBATÊN JI BO MÎTÎNGÊ DIDOMIN
 
Yildiz, bibîr xist ku îsal çalakiyên xwe li bajarê Garîbez Gezerê dane destpêkirin û got: "Me belavok, amade kirin. Jinan li navçeyên Amedê xebatên xwe dan destpêkirin. Hevdîtinên me yên bi jinan re û serdanên me yên gundan didomin. Xwedîderketina li 8'ê Adarê, xwedî derketina li azadiya jinê, tunekirina zayendparêzî û faşîzmê û şikandina tecrîdê ye. Lewma em bê navber xebatên xwe didomînin. Em wisa bawer dikin ku dê mîtîngek pir xurt be. Em ê bi vê xwedîderketinê peyama xwe bidin pergalê. Me jinan hê gotina xwe ya dawî negotiye." 
 
‘EM Ê BANG LI KUJERÊN GEZERÊ BIKIN'
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sicizi destnîşan kir ku 8'ê Adarê roja berxwedanê ye. Sicizi, bilêv kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojeke pir girîng e û got: "Em ê di 8'ê Adara îsal de bang li kujerên Garîbe Gezerê bikin. Em ê doza darizandina kujerên Denîz Poyrazê bikin. Em ê van polîtîkayên reşkirin û tasfiyekirinê yên li hemberî jinan rexne bikin. Em ê ji bo azadiya jinê biqîrin." 
 
SALA AZADIYA JINÊ
 
Sizici ku got "dê sala 2022'yan bibe sala azadiyê" destnîşan kir ku ew yeqîn dikin ku dê ji heq vê derkevin. Sizici got: "Êdî dema koletiyê ya jinê qediya. Êdî dema dema têkoşînê ye. Em dixwazin di 8'ê Adarê de hemû jin li Qada Îstasyonê bin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Ji Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê Rûken Yilmaz jî, da zanîn ku amadekariyên ku çend meh berê desr pê kirine hê jî didomin. Yilmaz, bang li hemû jinan kir ku bi rengên xwe dakevin qadan got: "Em ê li qadê biqîrin ku tecrîda li ser jinên kurd û gelê kurd bê rakirin, em ê ji bo azadiya Aysel Tûglûkê û hemû girtiyên nexweş biqîrin. Em ê zimanê xwe yê zikmakî biparêzin. Em ê ji bo şikandina polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinan biqîrin. Bernameya me dê saet di 12.00'an de dest pê bike. Em hemû dayikên xwe, hevalên xwe yên jin, hevalên xwe yên ciwan di 8'ê Adarê de vedixwînin Qada Îstasyonê.  Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên qadê." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

05/03/2022
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin