Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin

img

STENBOL - Rêveberê HDP’ê Nezîr Erdemcî yê di operasyona li dijî DÎAYDER’ê de hatibû girtin û di danişîna ewil de hat berdan got: “Ji ber ku Stenbolê winda kirin, xwestin tola xe ji me hilînin.” 

Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) ku di nav de rêveberên HDP’ê hebûn di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Serokê Komeleyê Ekrem Baran û 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Îdianameya derbarê meleyan de 6 meh şûn ve hatibû amadekirin. 23 kes ji vê îdianameyê bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan ku li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê lidarxistin de Nezîr Erdemcî, Sefa Mehmetoglu û Enver Karabey ên li Girtîgeha Sîlîvrî girtİ^bûn hatin berdan. Derbarê Ekrem Baran û 5 kesên din de jî biryara dewama girtinê hatibû dayîn. 
 
Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê Nezîr Erdemcî ku bi meleyan re hatibû girtin û di danişîna ewil de hat berdan ji ajansa me re axivî. 
 
Erdemcî diyar kir ku dema ew di binçavan de bûye têkildarî DÎAYDER’ê gelek pirs jê kirine û polîsan bi israr xwestiye wî bikin endamê PKK’ê û wî jî viya red kiriye. 
 
‘MIN MELEYAN LI GIRTÎGEHÊ NAS KIR’ 
 
Erdemcî anî ziman ku ew ji sala 1996’an ve endamê partiyên siyasî ye û xebatên siyasî birêve dibe û got: “Ez îro jî endamê HDP’ê me. Pêvajoyek ecêb e. Tê gotin ku operasyon li dijî DÎAYDER’ê ye. Lê ez ne endamê DÎAYDER’ê me û ne jî tu eleqeya min bi wan re heye. Lê hêceta binçavkirina min ‘endamtiya DÎAYDER’ê ye. Min viya ji dadgehê re jî got. Bi rastî jî min meleyên endamên DÎAYDER’ê li girtÎgehê nas kir. Dema em li derve bûn jî tu eleqeya min bi wan re nebû.” 
 
Erdemcî da zanîn ku tawanbariyê xistine stûyê wÎ hemû bêbingeh in û ew ji ber sedemên nehiqûqî hatiye girtin û tê darizandin. Erdemcî anî ziman ku di girtîgehê de mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin û tevî ew nexweş bûye jî lê tedawiya hatiye astengkirin û miameleya kêfî li wan dihat sepandin. 
 
‘LI DIJÎ PÊKVE JIYANÊ NE’ 
 
Erdemcî bertek nîşanî binçavkirin û girtina xwe da û got: “Min ji wan re jî got û niha dîsa dibêjim, qedera me teslîmî kêfa kesên welat birêve dibin kirine. Li gorî kêfa xwe dixwazin welat birêve bibin. Haya wan ji yekîtî û tevahiya welat û pêkve jiyana gelan qebûl nakin û ne li gorî vê welat birêve dibin. Li dijî polîtîkaya partiya me HDP’ê ya pêkve jiyanê tevger dikin û bernameya siyasî ya partiya me qebûl nakin. Em ê çawa pêkve bijîn? Heke em bi awayek birûmet û wekhev nejîn wê demê çima em dijîn? Yên welat birêve dibn berevajî vê pêkve jiyanê welat birêve dibin.”
 
‘TEHAMÛL WINDAKIRINA XWE NAKIN’ 
 
Erdemcî diyar kir ku ji bo meseleya pêkve jiyanê berpirsiyariya her kesî heye û wiha got: “Girtin û binçavkirin li pêşiya vê yekê asteng in. Ev yek çareserî nîne. Ev yek di nava zarok û zêçên me de dibe sedema hêrsê. Hin bêtir dibe sedema neçareseriyê. Tişta ku em ji doza DÎAYDER’ê fêm dikin, dixwazin bi girtin û doza meleyan Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu reş bikin û bikin qurbanê vê yekê. Çimkî Stenbolê winda kirin û dixwazin tola vê yekê hilînin. Her wiha tehamûlî kurdan nakin ku şaredariyê bi wan da windakirin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

05/03/2022
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir