Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn

img
AMED - DFG’ê di rapora xwe ya meha sibatê de diyar kir ku rojnamevanek hatiye kuştin, sê rojnamevan bi êrişê re rûbirû mane, 3 rojnamevan hatine girtin, 7 rojnamevan hatine binçavkirin û li 5 rojnamevanan jî bi bi giştî 16 sal cezayê hepsê hatiye birîn. 
 
Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamevanan, “Rapora Binpêkirina Mafê Rojnamevanan a Sibata 2022’yan” eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di êrişa Rûsyayê ya li ser paytexta Ûkraynayê Kîevê de rojnamevan Yevhenii Sakun hatiye kuştin û wiha hat gotin: “Sedema wê çi dibe bila bibe, em êrişên li ser rojnamevanan qebûl nakin. Em rojnamevan Yevhenii Sakun bi rêzdarî bibîr tînin.” 
 
Berfirehiya rapora DFG’ê wiha ye: 
 
“Cîhan di bin çewisandina kapîtalîzmê de her ku diçe ber bi zahmetiyê ve xwar dibe û kapîtalîzma xwînxwar jiyan li mirovan dijwartir dike. Şerê ku niha li Ukraynayê destpêkiriye û bi awayekî hovane berdewam dike jî, encameke vê rastiyê ye. Dîsa mirov têne qetilkirin, dîsa bajar têne wêrankirin, dîsa xweza tê talakirin û careke din erdnîgar ji bo jiyana zindiyan dibe weke dojeh. Lê ev şer careke din dewlemedan bêtir dewlemend dike, baronên şer bêtir dike serdest û dike ku hêzên hegemon zordestiya xwe li ser tevahiya cîhanê ferz bikin. 
 
Di şeran de yên herî zêde zirarê dibînîn helbet sivîl in. Mirov dikare bêje ku tu berjewendiyên gelan ji şer tine ye. Di şerê Rûsya û Ukraynayê de jî dîsa yên têne kuştin mirovên sivîl in. Û mixabin di nava van sivîlan de rojnamevan jî hene. Herî dawî li Kîevê di êrîşa 1’ê Adarê de rojnamevanê bi navê Yevhenii Sakun hate qetilkirin. Em careke din bi bîr bêxin ku rojnamevan ji bo bûyeran ji raya giştî re ragihînin ked didin. Pêdivî pê heye ku di her şert û mercî de bêne parastin. Lewma sedem çi dibe bila bibe em êrîşên li ser rojnamevanan qebûl nakin. Û em careke din rojnamevan Yevhenii Sakun bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
DERDORÊN XÊRNEXWAZ ACIZ IN 
 
Helbet di bin siya şerê li Ukraynayê de em meheke din li dûv xwe dihêlin. Li Tirkiyê meha Sibatê dîsa bi binpêkirinên mafên rojnamevanan derbas bû. Wek tê zanîn di zindanan de hê ji bi dehan rojnamevan hene û di gel hemû bangawaziyan nayên berdan. Berovajî vê yekê zext û zorên li ser yên li derve jî derdikeve asta herî jor. Di miha Sibatê de dîsa rojnamevan rastî êrîşan hatin, hatin bincavkirin, tehdit kirin û astengkirin. Her wiha mixabin hempîşeyekî me jî di encama êrîşekî de hate kuştin. Gungor Arslanê ku xwediyê rojnameya Kocaeli Ses’ê bû, di êrîşa hin çeteyan de hate qetilkirin. Wisa xûyaye ku Gungor Arslan bi nûçeyên ku çêdikir gelek derdorên xêrnexwaz aciz kiribû. Lewma Gelek caran hatibû tehditkirin. Lê ew dev ji çêkirina nûçeyan bernedida. Em hêvî dikin ku kujerên wî bi awayekî vekirî bêne diyarkirin û darizandin. Û ev bûyer jî weke qetilkirina bi dehan rojnamevanên Kurd di tariyê de nemîne. 
 
CEZA LI ROJNAMEVANAN HAT BIRÎN
 
Di meha sibatê de dîsa rojnamevan bi hincetên pûç lêpirsîn û doz li wan hatin vekirin û bi dehan rojnamevan jî hatin darizandin. Ji rojnamevanên ku dihatin darizandin Mehmet Şahîn, Denîz Yucel, Selda Manduz, Dûrket Suren û Berîvan Altan zêdeyî 16 sal ceza li wan hate birîn. Ev rewş jî dide xûyakirin ku li Tirkiyê hê jî rajnamevanî weke sûc tê dîtin. Desthilatdar dibêje ku “hun dikarin rojnamevanî bikin lê bi qasî ku em dixwazin!” Lê bele em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Rojnamevan ne leşkerê we ne û bi emr û fermana we tevnagerin. Pêwîste hun jî vê rastiyê bibînin û ne bi dilê we be jî qebûl bikin. 
 
Dîsa di vê meha derbasbûyî de RUTUK li hin televîzyonan ceza birîn, qedexeyên weşanan pêk hatin, bi dehan nûçe hatin astengkirin û malperên internete yên hin saziyên çapemeniyê hatin girtin. Balkêşe ku hin rojname, kovar û pirtûk, di gel ku biryara qedexekirina wan tinebûn jî bi daxwaza dozger û bi biryara dadgeha Amedê hatin qedexekirin û biryara berhevkirina wan hat dayîn. Weşanên ku di nav de rojnameyên Xwebûn, Yenî Yaşam, kovarên Jîneolojî û Demokratîk Modernîte jî hebûn bi awayekî derhiqûqî hatin qedexekirin. Ev nêzîkatî bi awayekî fermî dijminatiya çapemeniya azad e û bi tevahî derveyî hiqûqê ye. Vê yekê em ji biryara di derbarê rojnameya Xwebûnê de hatiye dayîn zanin. Dadgeha Sulh a Cezayê yê Enqerê destnîşan kir ku biryara qedexeya ji bo malpera înternetê ya Xwebûnê hatiye dayîn ne hiquqî ye û biryarê betal kir. Helbet ji xwe me vê yekê zanibû lê dadgehê jî bi biryara xwe vê yekê pesend kir. 
 
ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN
 
Di gel evqas binpêkirinên mafan yên di qada rojnamegerî de jî, em wek rojnamevan ji bo jiyaneke hevpar û azad bi hêvî ne. Tu şer, zilm û zor, pêkutî û kiryarên faşizan nikare me ji vê hêviyê qût bike. Lewma em bang li desthilatdaran dikin ku bila destê xwe ji jiyana mirovahiyê ya bi aram bikişînin û zilma xwe jî hildin cem xwe û herin! Gelên aştîxwaz yên cîhanê wê vê erdnîgariyê bi aştî û aramiyê bixemilînin.”
 

Sernavên din

05/03/2022
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir