‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'

img

ENQERE - Rojnamevanan diyar kir ku rojnamevan divê di şer de nexşerêya muzakereyê xêz bikin û gotin: "Berprisiyariya sereke ya rojnamavenan dabînkirina aştiyê ye."

Têkiliya di navbera xwediyên çapemeniyê û desthilatê de herî zêde di dema şeran de xwe dide der. Saziyên çapemeniyê vediguherin bultena çapemeniyê ya welatên fonê didin wan an jî girêdayî wan in. Rojnamevanên li herêmên şer bi nûçeyên xwe hem dikarin şer gur bikin hem jî tevkariyê bikin ji bo aştiyê. Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Tezcan Dûrna yê hatiye îxrackirin. Ombûdsmanê Çapemeniyê Farûk Bîlîdîrîcî û rojnamevan Abdûrrahman Gok û Saadet Yildiz ên li qada şer xebitîne, behsa berpirsiyariyên rojnamevanên li qada şer kirin. 
 
Dûrna, diyar kir ku di teroriyê û pratîkê de ferasetên cuda yên nûçeyan hene û çapemenî jî bi piranî şer wekî "amîgo"yan vedibêje. Dûrna, destnîşan kir ku rojnamevan divê wisa bidin der ku kesek di şeran de bi ser nakeve, her du alî jî têk dişikên. 
 
Dûrna, bibîr xist ku ên di şeran de têk dişikên ne serokên dewletan in û got: "Ên di şer de têk dişikên jin, zarok, extiyar, xweza û heywan in. Lê çapemeniya berbelav tiştên wekî kî şer daye destpêkirin, pêvajo çawa diçe hwd. nîşan dide." 
 
‘ROJNAMEVAN DIVÊ NEXŞERÊYÊ XÊZ BIKIN'
 
Dûrna, destnîşan kir ku di teoriya zanistê de divê çapemenî di pozîsyoneke dijî şer de be, lê di rastiyê de jî ji ber têkiliyên xwedîbûnê yên çapemeniyê çapemenî li gor polîtîkaya dewletên xwe tevdigere. Dûrna got: "Kîjan welat fonê bide çapemeniyê, çapemenî li gor polîtîkayên wan tevdigere. Saziyên çapemeniyê dibe ku nikaribin xwe ji polîtîkayên welatên xwe xalî bikin, lê rojnamevan dikarin vê bikin. Rojnamevan, dikarin dînamîka şer eşkere bikin. Dikarin ji bo muzakereyê nexşerêyê xêz bikin." 
 
Dûrna, bilêv kir ku li Tirkiyeyê jî ev rewş pir ne cuda ye û got: "Çapemeniya Tirkiyeyê her tim di mijarên têkildarî berjewendiyên neteweyî de li cem dewletê sekiniye. Ji Cumhûriyetê heya Hurriyetê hemû wisa ne." 
 
‘ROJNAMEVAN HÊLA NEŞERXWAZ E'
 
Ombûdsmanê Çapemeniyê Farûk Bîlîdîrîcî jî destnîşan kir ku di şer de rojnamevan divê alî negirtin û cihêkariya mafdar-nemafdar nekin. Bîldîrîcî, ew cihêkariya "şerê mafdar-nemafdar" nake û got: "Ez vê cihêkariyê nas nakim. Ji lew re hemû şer zirarê didin mirovan. Bi hezaan mirov dimirin, koçber dibin. Dijderketina şer a rojnamevanan, etîka rojnamevaniyê ya gerdûnî ye. Gava rojnamevan alîgir be, dê bi kêrî mirovan neyê. Armanca me ya sereke em agahiyan ragihînin mirovan û ji bo qenciya mirovan bixebitin. Lewma gava em ne agahiyên rast, lê em wekî alîgir tevbigerin em ê nikaribin rastiyê ragihînin. Peywira me ya sereke berprisiyariya ji bo rasiyê ye. Berpirsiyariya rast, ragihandina agahiyên rast e." 
 
Bîldîrîcî, desnîşan kir ku rojnamevan divê li ber desthilatê rabin, lê li Tirkiyeyê û cîhanê tişta tê kirin berevajî vê ye. Bîldîrîcî, diyar kir ku dagirkirina Ûkraynayê ya i aliyê Rûsyayê ve û dagirkirina Iraqê ya ji aliyê DYA'yê ve heman tişt in û li seranserê cîhanê çapemenî bi awayekî cuda li van bûyeran mêze dikin. 
 
‘ÇAPEMENIYA HERÊMÎ DIKARE TEVKARIYÊ BIKE JI BO AŞTIYÊ'
 
Rojnamevan Abdûrrahman Gok ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê şer ji nêz ve şopandiye, destnîşan kir ku çapemenî hem dikare tevkariyê bike ji bo bidawîbûna şer, hem jî dikare şer gurtir bike. Gok, diyar kir ku saziyên çapemeniyê yên mezin li gor bejewendiyên welatên ku ew girêdayî wan in tevdigerin û got: "Ne pêkan e ku mirov bibêje CNN International, BBC, Al Jazeera hwd. derî berjwendiyên welatan tevdigerin." 
 
Gok, bal kişand ser nûçegihaniya herêmî ya di dema şer de û got: "Li gor çapemeniya global, çapemeniya herêmî xwedî cihekî taybet e di dema şer de. Çapemeniya herêmî, di rewşên wisa de pirî caran dikare pêbawerîbûnê û aştiyê dabîn bike." 
 
Gok, bilêv kir ku çapemeniya berbelav û global, bi zimanê "em û ew" cihêkariyê dixin navbera gelan. 
 
Gok, destnîşan kir ku rojnamevan divê "di şeran de lehengan nefairîne." Gok, bilêv kir ku li deverên şer çapemeniya herêmî divê mûkrofonê dirêjî derdorên tên tepisandin bike û ji bo avakirina civakeke piştî tahdeyê, dikare tevkariyê bike. 
 
ÇAPEMENIYA TIRKIYEYÊ
 
Gok, ji bo rol û rista çapemeniya ya bi nûçeyên xwe dibe cihê guherandineke çawa jî ev tişt gotin: "Çapemenî, ji xeynî gurkirina rageşiyê, bi ambargoya li ser derdorên 'din', li hemberî aştiyê di weziyeta sûcdariyê de ye. Me dît bê heman çapemenî li rex desthilatê, di demeke kurt de çawa li bara civakê têgihan û bîrbiriya civakê guherand. Bi taybetî di salên 2013-2015'an de ku jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê, çapemeniyê cih da kesên li rex 'çareserî' û 'aştiyê'. Me dît, bê bandorek çawa li civakê kir, bê mirov çawa hev fêm kirin. Mixabin me dît, gava heman çapemenî vegeriya ser xeta xwe ya berê, bê rageşiya di navbera gelan de çawa gur jî kiriye." 
 
Gok, di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku çapemeniya di bin banê desthilatê de armancên hemû alîgirên şer aşkere nake, tenê şer gur dike û got: "Divê cih bidin dengê kesên aştîxwaz jî. Çapemeniya xwepêşandanên dijî şer ên Rûsyayê nîşan dide, divê xwepêşandanên dijî şer ên li Ûkraynayê jî nîşan bide. Û çapemenî divê di şerê Sûriyeyê de jî xwedî heman helwest bûna, lê mixabin li Tirkiyeyê çapemenî, bi peywira çapemeniyê tevnagere. Wekî parêzvanê polîtîkaya îqtidarê tevdigere û dibe sedema gurkirina rageşiya di navbera gelan de." 
 
NÛÇEGIHANIYEKE SIVÎL
 
Rojnamevan Saadet Yildiz ku li Kobanê û di dema qedexeyên derketina derve de li Cizîrê rojnamevanî kiriye, bal kişand ser rojnamevaniyeke li ser esasên sivîltiyê. Yildiz ku got "Ger hûn rojnamevaniyeke wiha bikin hûn ê karibin fêmkirina xwezaa şer bidin der" destnîşan kir ku di rojnamevaniyeke wiha de tişta sereke dabînkirina aştî yan jî agirbestê ye. 
 
Yildiz, diyar kir ku di dema şer û pevçûnan de divê rojnamevan rêzê nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin, dijî şer bin û adil û bêalî tevbigerin û got: "Her rojnamevan xwedî feraset û bîrdoziyekê ye, lê ger ev bên binpêkirin dê şer gurtir bibe. Bi taybetî berpirsiyariya herş mezin dijberiya li ber rijandina xwînê ye. 'Çen mirov mirin?', 'Çen xanî xera bûn?' an jî 'Çend mirov koç kirine?' Çêkirina nûçeyên bi vî rengî girîng e, lê peywira sereke çêkirina nûçeyên têkildarî jiholêrakirina vî şerî ye."
 
MA / Berivan Kûtlû

Sernavên din

05/03/2022
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir