Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin

img

EFRÎN - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku li Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, di nava 2 mehan de herî kêm 120 kes hatine revandin û heya niha li bajêr 8 hezar kes ji aliyê çeteyan fîdyexwaz hatine revandin. 

Li Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de ew dagir kir, binpêkirinên mafan û sûcên giran ên li hemberî mirovahiyê bênavber didomin. Heya niha li bajêr gelek goristan hatine xerakirin, jin hatine revandin, bi hezaran darên zeytûnan hatine birîn, demografî hatiye guherandin, li şûna tabelayên kurdî tabelayên bi tirkî hatine daliqandin û ji 18'ê Adara 2018'an heya niha bi hezaran mirov hatine revandin. 
 
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, sûcên li hemberî mirovahiyê yên li Efrînê tên kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
 
450 HEZAR TIRKMEN HATIN BICIHKIRIN
 
Şêxo, bibîr xist ku Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de tevî 20 hezar çeteyên Sûriyeyê û gelek balafiran êriş aniye ser Efrînê û got: "Piştî parastineke 58 rojan, gelê Efrînê ji Efrînê hat derxistin." 
 
Şêxo, destnîşan kir ku li Efrînê ku di 18'ê Adara 2018'an de bi destûra Rûsyayê ket bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter, li hemberî efrîniyan, gelek zext û zorî hatine kirin û ji ber vê gelek kes ji bêgavî koç kirine. Şêxo got: "300 hezar mirovên me ji bêgavî koç kirin. Li şûna kurdan û xwecihên Efrînê 450 hezar tirkmen, ereb û filîstînî anîn li vira bi cih kirin. Rêjeya xwecihên Efrînê li dor ji sedî 95 bû, lê piştî vê dagirkirinê daket jis edî 25'an. Kuştin, revandin û komkujiyên wan li ber çavan e. Heya niha di ser 700'î re mirov hatine kuştin. Di nav vana de jin û zarok jî hene. 590 kes jî bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin û ew birin xistin girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber zilma çeteyan, 80 jin xwe kuştin. Li hemberî bêehlaqîtiyê ji bêgavî dawî li jiyana xwe anîn. Dest dirêjî 70 heb jin hat kirin. Gelek jê jî bi zorê zewicandin. Ên birîndar pir bûn. Ên destên wan çûn, ên çavên wan. Rojên pir zor û zehmet derbas kirin." 
 
'28 GORISTAN HATIN XERAKIRIN'
 
Şêxo, diyar kir ku 28 goristan jî hatine xerakirin û got: "Ji ber ku li ser goran sembolên kurdî hebûn xera kirin an jî ji bo diziya tirbeyan bikin ew xera kirin." 
 
400 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN BIRÎNE
 
Şêxo, destnîşan kir ku li herêmê qetilkirina xwezayê jî diome û heya niha li herêmê 400 hezar darên zeytûnan hatine birîn. Şêxo, bilêv kir ku bi sedhezaran hektar erd hatine şewitandin û got: "Darên li navçeya Cindiresê û yên li navçeya Şiyê û yên li Çiyayê Hawarê hatin birîn. Li nav Efrînê jî dar hatin birîn. 17 hezar darên zeytûnan hatin şewitandin, 20 hezar dar jî ji kokê de hatin rakirin." 
 
Şêxo got: "Di sala 2018'an de rûnê zeytûnên Efrînê hat dizîn. Qezenceke wê ya pir mezin hebû. Ev di çapemeniya Tirk de jî hat ragihandin. Hinceta vê jî yanî wekî bibêjin 'Me ew der ji PKK xalî kir. Ev j bedêla wê ye. Mafê me yê herî xwezayî ye û me wergirt.' Înkar nekirin. Bedêla mesrefa operasyonê, rûn wergirtin." 
 
Şêxo, da zanîn ku Tirkiyeyê di sala 2018'an de 70 ton, di sala 2019'an de 50 ton û di sala 2020'î de jî 90 ton zeyt diziye û zeytûnên hatine dizîn jî li Spanyayê firotine û jixwe Odeya Bazirganiyê ya Antalyayê di sala 2020'an de ragihandibû ku dê 100 hezar ton zeyt bibin Amerîkayê û bifiroşin. 
 
NETEHEMULKIRINA KURDÎ!
 
Şêxo, destnîşan kir ku li Efrînê bişavtina li hemberî kurdî jî bênavber didome û got: "Li navenda Efrînê posterê serokkomarê tirk hat daliqandin. Li her derî alayên tirk hatin daliqandin. Li ser dikanên gel nivîsên tirkî hatin nivîsandin. Li bazaran axaftina bi tirkî, vekirina dibistanên tirkî û qedexekirina kurdî heye. 65 mamosteyên kurd ji peywirê hatin girtin. Navê 3 gundên navçeya Bilbilê hatin guherandin. Navê gundê Kestalê, Hez-el Muxdat û Gurzelê Çiya guherandin, navê tirkî li wan kirin. Navê kuçe û qadên Efrînê jî guherandin. Navê Ataturk li wan kirin. Navê NEwrozê rakirin. Navê Qada Selahaddîn rakirin. Di çaçroveya demografiyê de êrişeke pir dorfireh heye." 
 
8 HEZAR KES HATIN REVANDIN
 
Şêxo, têkildarî revandina mirovan de jî diyar kir ku ji sala 2018'an heya sala 2022'yan herî kêm 8 hezar kes hatine revandin. Şêxo, da zanîn ku di 2 mehên ewil ên sala 2022'yan de jî herî kêm 120 mirov hatine revandin û got: "Ên hatine revandin di girtîgehên li Efrîn Û Ezazê de tên ragirtin. Wekî hincet jî diyar kirine ku ev kes girêdayî rêvebiriya xweser in. Fidyeyê ji malbatên van kesan dixwazin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Şêxo, di dawiya axaftina xwe de bang li raya navneteweyî kir û got: "Em dixwazin hêzên navneteweyî pêşî li ber vê bigirin. Divê ev hovîtî bi dawî bibe û gelê Efrînê cardin vegere warê xwe. Kesên van sûcan dikin divê bên cezakirin. Divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin."

Sernavên din

05/03/2022
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir