Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide

img

AMED - Kovara Jineolojiyê ya ku nîqaşên jinan lê tê nivîsandin 6 sal in weşana xwe didomîne. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rûşen Seydaoglu got kovar kanalên ramana nû ava dike û li dijî aqilê pozîtîvîst şêwaza jiyanek nû datîne holê. 

Jinên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û pirsgirêka kurd di 40 salên dawî de gavên gelek girîng avêtin. Têkoşîna xwe bi Kovara Jîneolojiyê re leztir û kûrtir kirin û berfireh dikin. Jîneolojiyê bi dirûşma “Zanista li derdora jinan li pêş bikeve, gava ewil a ber bi civaknasiya rast ve ye” di 8’ê Adara 2016’an de dest bi weşanê kir. Ev kovarek teoriye ye û ji ku dest bi weşanaxwe kiriye ji bo jinan bûye kovarek serek. 6 sal li pey xwe hişt. Kovar ji hejmara xwe ya ewil heta niha mijarênwek “Rêbaz û heqîqeta li ser rastiya jinan”, “Wek xweparastinê Jineolojî”, “Nêrîna ber bi xwezaya jinan”, “Xwezaya zilam û zilamtî”, “Hevjiyana azad” û “Rêbazên berxwedana jinan û polîtîkayên perwerdehiyê” lêkolîn kir û heta niha 24 hejmar gihîştine ber destên xwîneran. 
 
Endama Desteya Weşana Kovara Jineolojiyê parêzer Rûşen Seydaoglu derbarê xebata kovarê de ji ajansa me re axivî. 
 
 
PÊŞNIYAZA OCALAN E 
 
Seydaoglu diyar kir ku kovar li ser pêşniyaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi weşanê kiriye û got kovar li ser bingeha “Zanista li derdora jinan li pêş bikeve, gava ewil a ber bi civaknasiya rast ve ye” hatiye avakirin. Seydaoglu da zanîn ku Ocalan bi xwe jî gotiye zanista civakî teng bûye, zanyariya qedîm a jinan bi awayekî hatiye berovajîkirin û ji bo zanyariya jinan carek din derkeve pêşberî jinan û divê li derdora vê zanistê jiyanek were rêxistinkirin. Seydoglu got armanca xebatên Jineolojiyê ev bû û ev kovar li ser fikra ‘her tiştên têkildarî jinan agahî ye’ derdikeve. 
 
KOLANDINÊN ARKEOLOJÎK 
 
Seydoglu anî ziman ku weşangeriya kovarê 6 sal li pey xwe hişt lê belê nîqaşên li ser Jinelojiyê 10 sal in tên kirin û wan heta niha 24 hejmar derxistiye û her yek ji hejmarên kovarê cûda bû. Seydaoglu diyar kir ku wan dîtiye ku di civakê de her tişt li dijî jinan hatiye rêxistinkirin û ev bi kolondinên arkeolojîk derketiye holê. 
 
‘RAMANEK DI BIN TECRÎDÊ DE YE’ 
 
Seydaoglu destnîşan kir ku ji şikestina cinsî ya ewil ve li ser jiyana jinan, agahiyên wan, afirandin û hilberandin pergalek tecrîdê heye û got: “Ji ber vê yekê ye em îro dibêjin wateya tecrîdê ji vir tê. Îro jî ev pergala tecrîdê li ser Abdullah Ocalan didome. Yanî tenê ne kesayetek di nav çar dîwaran de tê tecrîdkirin, hûnandina jiyanek nû di nav çar dîwaran de tê girtin. Tişta ku îtîrazî vê jî dike Jineolojî ye û bi vî awayî derdikeve holê. Tecrîd tenê ne li ser Ocalan e heye. Rojane li ser her kêliyê jiyanê tecrîd heye. Jin ji jiyanê tên tecrîdkirin. Her zanistî, zanyarî û afirandina jinan tê tecrîdkirin.” 
 
KARGEHÊN JINEOLOJIYÊ 
 
Seydaoglu bi bîr xist ku wan li bajarên wek Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan, Êlih, Mêrdîn gelek kargehên Jineolojiyê li dar xistine û wan di van kargehan de xwe gihandiye jinan û di van kargehan de jinan çîrok û tiştên dizanibûn parve kirin. 
 
ÎTÎRAZÎ AQILÊ POZÎTÎVÎST DIKE 
 
Seydaoglu anî ziman ku qada herî zêde kovarê xwedî dike û birêxistin dike kargeh in û got: “Nîqaşên li kargehan tên kirin bi rêya kovarê digihîje civakê. Miheqeq di her hejmarek kovarê de nîqaşek kargehê hatiye nivîsandin û li kovarê hatiye weşandin. Em wan agahiyên kûrtir dikin. Heta ku ev diyalektîka miqabilî hev bidome, Jineolojî li dijî aqilê pozîtîvîst ramanek û awayê jiyanek nû derdikeve holê. Em li ser zanistek ku nefesê bide jinan û civakê nîqaş dikin. Jineolojî rasterast îtîrazan li pêş dixe. Têkoşîna jinan li her deverê dinyayê mezin û berfire dibe. Enerjiyek pir zêde ya jinan heye. Jineolojî xwe wek nefesek bide jinan û kanalek tiştek bide jinan pêşkêş dike tenê ne jibo jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê kanalek e.” 
 
HEJMARA NÛ TÊ 
 
Seydaoglu da zanîn ku nîqaşên Jineolojiyê li kampên jinan û zilaman ên li Îspanyayê û Kolombiyayê jî hatine birêvebirin û di vê çarçoveyê de gelek konferans û panel li dar xistine. Seydaoglu diyar kir ku hejmara nû ya kovarê li ser mijara “Zayendî: Ji pîroziyê ber bi îdeolojiya îktidarê ve” dê derkeve ber destên xwîneran. Seydaoglu anî ziman ku ew bi 8’ê Adarê re dikevin salek nû ya kovargeriyê û xebata wan bi lez û bez didome û wê nîqaşên Jineolojiyê her bigihînin xwîneran û ji xwîneran jî sûd werbigire. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

05/03/2022
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir