Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin

img
ENQERE - Parêzera siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan di Doza Kobanê de parastin kir û da zanîn ku axaftinên muwekîla wê yên di sala 2019’an de li dosyayê hatine zêdekirin. Kozan, diyar kir ku delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin û ev pirs kir: “Gelo çi eleqeya axaftineke di sala 2019’an de bi çalakiyên 2014’an ve heye?” 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja pêncemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
 
Danişîna dozê, bi parastina parêzera parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan dest pê kir. Kozan, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya mafê azadiya xweîfadekirinê. Kozan, di parastina xwe de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya Aksoy/Tirkiye bi bîr xist û wiha got: “Heman tişt di Doza Kobanê de jî hatiye dîtin. Kesên di vê dozê de tên darizandin, ji bo çekan bangek nekirine. Parlamenteran tenê di nîqaşên siyasî de fikra xwe anîne ziman. Lewma jî bi girtina wan re mafê azadiya raman hatiye binpêkirin.” 
 
‘GELO ÇI ELEQE HEYE?’
 
Di berdewamê de Kozan anî ziman ku axaftinên muwekîla wê nikare bi çalakiyên 6-8’ê cotmeha 2014’an ve bên girêdan û wiha domand: “Axaftinên muwekîla min ên di sala 2019’an de li dosyayê hatine zêdekirin. Erê baş e, çi eleqeya axaftineke di sala 2019’an de bi çalakiyên 2014’an ve heye? Twîta HDP’ê ya bo bangewaziyê jî tenê bangewaziyeke ji bo piştevaniyê ye. Bi biryara DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş re jî xuya bû ku tu têkiliyeke tundiyê û twîtê bi hev re nîne. Ji bo piştevaniya bi xelkê Kobanê re gelek kesayet û saziyên cuda twîtên piştevaniyê parve kiribûn.” 
 
‘BI GOTINA ERDOGA RE ÇALAKÎ DIJWARTIR BÛN’
 
Parêzer Kozan, da zanîn ku beriya çalakiyên 6-8’ê cotmehê jî li gelek bajaran çalakî dihatin kirin lê piştî gotina Erdogan a “Vaye Kobanê li ber ketinê ye”, tundiya di çalakiyan de jî zêdetir bûye. Kozan, bi bîr xist ku HDP’ê ji ber çalakiyên tundiyê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala hişyar kiriye lê Ala ji HDP’ê re gotiye; ‘hinek hêzên ku ne di kontrala me de ne li qadê ne.” Bi domdarî Kozan anî ziman ku Ata bi endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê tê sûcdarkirin û wiha domand: “Ev komele, bi destûra wezareta karên hundir hatine avakirin. Lewma jî xebatên di van komeleyan de sûc nîne. Lê hewl didin navê tundiyê li TJA’yê bikin û îllegal nîşan bidin.” 
 
‘EMNIYETÊ DOSYA AMADE KIRIYE’
 
Kozan herî dawî jî wiha got: “DMME, gelek caran Tirkiyeyê mehkûm dike. Sedema vê jî, dadgerên mîna we ne. Derheqê parlamenterên HDP’ê de DMME’yê biryara binpêkirina mafan da. Li Tirkiyeyê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî HDP’iyan dibin. Dozger bi nêzikatiya ‘em ji ewil bigirin dê piştre delîlan bibînin’ nêz dibin. Her wiha delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin. Muwekîla min di sala 2012’an de çûye serdana herêma operasyonê lê ev yek weke sala 2015’an hatiye destnîşankirin. Her wiha hêzên emniyetê jî twîteke ku muwekîla min parve nekirî lê tenê ecibandî, li dosyayê zêde kiriye. Emniyet, vê cesaretê ji dozgerê dozê digire. Îdîaname ne ji hêla dozgeriyê lê ji hêla emniyetê ve hatiye amadekirin. Lewma jî dosyayeke hiqûqî nîne.” 
 
Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê. 

Sernavên din

08/03/2022
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’