Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê

  • jin
  • 14:28 8 Adar 2022
  • |
img

AMED - Jinên ku li Amedê, ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Stasyonê, bi kincên xwe yên rengîn azadiyê diqîrin. 

Di çarçoveya pîrozkirinên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi rojan bû ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê ve li bajarên bakurê Kurdistanê dihat pîrozkirin de li Qada Stasyonêmitîng tê lidarxistin. 
Ji bo mitînga ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi şîara "Dem dema azadiya jinan e" tê lidarxistin ji gelek deverên bajaran jin hatin gelhev.  
 
3 NUQTEYÊN KONTROLÊ
 
Li avahiyên bilind ên dora qada mitîngê pollisên tîmên taybet hatine bicihkirin. Bi sedana polis û maşîneyên zirxî li ser hemû rêyên ku diçin qada mîtinê hatine bicihkirin. Jinên ku ji bo biçin qada mitîngê li 3 nuqteyên kontrolê hatin rawestandin. Piştî sekinandina 2 saetan polisan jinan berî qada mitîngê da. 
 
QADA RENG RENGÎ YE
 
Li qada mitîngê pankartên "Girtiyên newxeş rûmeta me ne" , "Li dijî xîzankirin û dijminahiya li jinê em li qadan e" , "Ez kurd im, perwerdehiya bi kurdî daxwazim" û "Me berxwedana xwe ji Garîbe, israra xwe ji dayika Garîbe û kenê xwe ji Denîzê girt" hatin daleqandin. Her wiha ji bo balkişadina ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk jî pankarta "Bîra Aysel bîra me ye" hate daleqandin. 
 
Her wiha ji bilî pankartan qada mitîngê bi flamayên reng rengî hat xemilandin û pankartê mezin ê li ser "Dem dema azadiya jinê ye" nivîsandin jî bi dika mitîngê ve hat kirin. 
 
JIN BI RENGÊN XWE LI QADÊ NE
 
Jinan bi kincên xwe yên rengîn û flamayên bi rengên kesk, sor û zer ên li serê xwe girêdabûn li qada mitîngê cihê xwe girtin. Gelek jinan alên li ser wan "Jin, jiyan, azadî" nivîsandî û dovîzên ku bi wan balê dikişandin ser rewşa girtiyên nexweş hilgirtin. Bi zêdebûna jinan re ji qadê dengê tilîlî û dûrişmeya bilind bû. 
 
MITÎNGÊ BI GOVENDÊ DEST PÊ KIR
 
Jinên ku destpêkê ketin qada mitîngê demeke dirêj stran gotin û li ber stranên ku gotin govend gerandin û dest bi mitîngê kirin. 
 
'JIN DIAXIVIN'
 
Dema ku jin ketin qadê ji polisên ku ev hişyarî 'Guh bidin polis diaxive" li wan kirin re ev tişt gotin: "Guh bidin jin diaxivin". 
 
KORTEYA DAYIKAN
 
Malbatên girtiyan ku 113 roj in Nobeta Edaletê digirin û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê korteja xwe ava kirin û wisa hatin qada mitîngê. Dayikan pankarta "Dem dema xwedî derketina li nirxan e " hilgirtin û stranên ku li ser îşkenceya zindana Amedê hatine nivîsandin gotin. 
 
ASTENGIYA POLISAN 
 
Jinên ku ji semta Ofîsê xwestin bi kortejê biçin qada mitîngê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Jin li dijî vê derketin û xwestin ku polis hêza çevîk ji nuqteya kontrolê bên derxistin û bi dûrişmeyan astengiya li dijî xwe şermezar kirin. Ji hevdîtinên hatin kirin encam derneketin û polisan hin jinan binçav kirin. Lê jinên ku di daxwazên xwe de bi israr bûn polisan bi dûrişmeya "Ne ji jinan re ne kujeran re barîkat" şermezar kirin. 
 
BAŞARAN: POLIS KRÎZ DERDIXIN
 
Israra jınên ku Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Avar Başar jî di nav de encam û weke kom ketin qadên. Başaran, li vir bertek nîşanî astengiya polisan da û got ku ew axaftvan e û astengiya polisan weke nêzikbûna jinan nirxand. Her wiha Başaran, da zanîn ku ne jinan polisan qrîz derxistiye. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/03/2022
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’