Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin

  • jin
  • 22:59 5 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÙÇEYAN – Qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşenûr Halîl bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî qetilkirina jinan têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Li navçeya Fatîh a Stenbolê li sûrên Edîrnekapi, mêrê bi navê Semîh Çelîk (19), Îkbal Uzuner a 19 salî bi kêrê qetil kir. Kiryar Semîh Çelîk pişre întîxar kir û li nexweşneyê jiyana xwe ji dest da. Kiryar her wiha Ayşenur Halîl ya 19 salî ku pê re dijiya jî qetil kir. Jinan li dijî qetilkirina jinan daketin qadan.
 
WAN
 
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kolana Hunerê ya Wanê li kom bûn qetilkirina jinan bi meşê protesto kirin. Sazî û dezgehê sivîl ên Wanê tevlî çalakiyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyana nû ava bikin" hatin vekirin, dirûşmên "Em bêdeng namînin, natirsin, em serî natewînin", "Jin jîyan azadî", “Mêr gulebaran dikin, dewlet diparêze" hatin berzkirin. Aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Akdag metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser qetilkirina jinan û got: “Em dizanin ku em dikarin jiyanek wekhev, azad, bê şîdet û bê îstîsmar biafirînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê jinan dest bi meşê kir. Meş li ber avahiya DEM Partî ya Rêya Armûşê bi dawî bû.
 
STENBOL
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) çalakiya protestoyê li dar xist. Bi sedan jin û hemû pêkhateyan beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku pankarta "Em ê dawî li bêcezabûnê bînin, em ê dest ji tacîz û kuştinê berdin" vekirin, gelek caran dirûşmên "Em ê dest ji kuştina jinan bernadin", "Kiryar bêceza nemînin", "Hûn ê tu carî bi tenê nemeşin", “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. qîrîn. Her wihat di çalakiyê de pankart û wêneyên Îkbal Uzuner ê hat qetilkirin hatin hilgirtin.
 
Li ser navê Nûnera Federasyonên Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn axivî. Akşahînê diyar kir ku li ber Deriyê Sûrê yê Edîrneyê hatin gel hev û dê hesabê Îkbal Uzuner ê hat qetilkirin bipirsin. Akşahînê bal kişand ser kiryar Semîh Çelîk û got: “Bi awayekî hovane Îkbala 19 salî kuşt û ji vî sûrê avêt xwarê. Mixabin me hemûyan bi hev re li wan dîmenên tirsnak temaşe kir û dît ku çawa jiyana jineke ciwan têk çû.  Piştre jî em hîn bûn ku di heman rojê de Semîh Çelîk hevala me Ayşenûr Halîl a 19 salî jî kuştiye. Kiryarek dikare du jinên ciwan di nava rojê de li Stenbolê bikuje. Piştî qetilkirina Îkbal û Ayşenûr me biryar da ku em li vir çalakiya protestoyî bikin. Her wiha li Beyogluyê li kuçeyê bûyerek din qewimî. Her kesî li qeydên kamerayê temaşe kiriye. Li Beyogluya ku yek ji taxên herî qelebalix ên Stenbolê ye, du mêr jinek taciz dikin. Û paşê em hîn bûn ku ev bûyer ne nû ye. Berê jî serbest hatibûn berdan, lê piştî ku li ser medyaya civakî bû rojevî her du kes hatin binçavkirin. Her roj kuştina jinan berdewam dike. Me bi dehan caran ji we re got û gelek caran bang li we kir. Lê te tiştek nehat kirin. Lê em soz dikin ku em ê bi têkoşîna xwe hesabê bipirsin.”
 
Nûnera KCDP'ê Nuran Karahan, bertekên xwe anî ziman û  diyar kir ku li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Dû re Berdevka EHP’ê Ozge Akman axivî, bal kişand ser qetilkirina jinan û bêedaletiya li Tirkiyeyê.
 
Çalakiya jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Platforma Jinan a Îzmîrê bi armanca şermezarkirina qetilkirina 2 jinan a li Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniya Platforma Jinan a Îzmîrê, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Meclîsên Jinan ên Îzmîrê jî li ber Navenda Çandê ya Tûrkan Saylan daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivil, saziyên jinan û parlamenterên DEM Partiyê tevlî çalakiyê bûn. Munevver Yaliniz, li ser navê platformê metna daxuyaniyê xend.
 
Yaliniz wiha axivî: “Em ê mil bi mil bi xwişkên xwe re, mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin, heta ku jin li vî welatî azad bijîn û hemû tacîzkar, qatil û îşkencekar cezayê ku heq dikin bibînin. Em ê gavekê jî paşde navêjin. Her der ji bo jinan cihê sûc e, em natirsin û guh nadin hikûmeta ku şîdeta mêr teşwîq dike. Heta ku ev polîtîkayên mêtingerî û mekanîzmayên edaletê yên mêran ji holê ranebin  em ê hesabê hemû sûcdaran bipirsin, li qadan bin, dengê xwe bilind bikin, hevgirtinê nîşan bidin û em ê teqez bi ser kevin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ENQERE
 
Li Enqerê jinan bi banga Platforma Jinan a Enqerê kom bûn û qetilkirina her du jinan şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Jinan a Mêrsînê ji kolana Koşumakuyê heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Nûnerên saziyên jinan, siyasetmedar û parlamenterên DEM Partiyê tevlî meşê bûn. Jinan di çalakiyê de bal kişandin ser polîtîkayên îktîdarê ya ku dibe sedema qetilkirina jinan.  
 
EDENE
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Edenê jinan li ber Şaredariya Seyhanê kom bûn û bertekên xwe ya li hemberî kuştina jinan anîn ziman. Her wiha jinan di çalakiyê de behsa Gulistan DokûJ kirin û bal kişandin ser rewşa Rojîn Kabaîş.

Sernavên din

05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin