Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn

img
RIHA - Ferît Şenyaşar di salvegera yekemîn a Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Tevî her tiştî jî em ê tu carî hêviya xwe nebirîn. Em ewqas ji jiyan û edaletê hez dikin ku dikarin di rêya wê de canê xwe bidin.”
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kirin. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtina kujeran û darizandina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara par de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 366’emîn de jî berdewam kir. Bi munasebeta salvegera yekemîn a çalakiyê, endam û rêveberên gelek saziyên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan beşdarî çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de parastvanên mafên mirovan Kursiya Edaletê danîn û daxwazên xwe destnîşan kirin. Piştre jî Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî. 
 
'SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’
 
Ferît Şenyaşar di serî de spasiya kesên piştgirî dayîne wan kir û wiha got: “Xweziya jiyaneke adilane hebûya ku kesekî hewcehî bi berxwedanê nedîtibûya. Lê em ê vê jiyana adilane, bi berxwedana mirovên xwedî rûmet bînin. Doza komkujiyê êdî bû doza cemaweriyê. Ez êdî qala hûrgiliyên komkujiyê nakim. Tenê dixwazim vê yekê bibêjim. Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de niha şer heye. Tevî şer jî kesek êrişî nexweşxane û ambûlansan nake. Ji ber ku ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc, di 14’ê hezîrana 2018’an de li Tirkiyeyê hate kirin. Kesên ku ev komkujî kirin, di bin sîwana parastina parlamenterekî de niha bi rehetî digerin.” 
 
Di berdewamê de jî Şenyaşar anî ziman ku her qirêjiyekî li dijî mirovahiyê tê kirin, bi destê serdestan tê kirin û wiha pê de çû: “Edliyeya Rihayê jî ketiye bin bandora wan. Dosyaya me niha li Serdozgariya Komarê ya Rihayê ye. Carnan em dixwazin têkildarî dosyayê bi dozger re hevdîtinê bikin lê ji ber ku bersiveke wan a hiqûqî nîne, ji me direvin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA ME LI DÎROKÊ TÊ NIVÎSANDIN’
 
Şenyaşar, ji bo şopandina çalakiya wan, spasiya Ajansa Mezopotamyayê (MA) kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên ewlekariyê ji bo ‘parastina ewlehiya’ me hene. Lê bi awayekî neheq, derhiqûqî û bêyî sedemek hebe, em 6 caran binçav kirin. Li gel dayika min a 65 salî, em rojekî li nezaretxaneyê kirin ‘mêvan.’ Ji ber ku me wêneyê ambûlansê li ber deriyê edliyeyê nîşan da, derheqê me de bi hinceta ‘pergala cemaweriyê xera dikin’ lêpirsîn hate destpêkirin. Dayikên Aştiyê ku ji bo piştgiriyê ji bajarên cuda hatibûn, bi hinceta ‘talûkeyê’ nehiştin nêzî me bibin. Derheqê zêmarên dayika min de 14 lêpirsîn hatin vekirin. Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdestan, niha li dîrokê tê nivîsandin. Nivîskarek niha tiştên bi serê me hatine dike roman. Berxwedana dayika min ji bo ku di mihrîcanên navneteweyî de bê pêşkeşkirin, weke belgefîlm tê amadekirin. Rewşa welat, di her alî de nebaş e. Sedema vê jî bêhiqûqî û bêedaletî ye. Lê tevî her tiştekî jî em ê tu carî hêviya xwe nebirîn. Em ewqas ji jiyan û edaletê hez dikin ku dikarin di rêya wan de canê xwe bidin. Heta edalet pêk tê jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Axaftina Şenyaşar, bi dirûşma “Hêrsa dayikan dê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû. 
 
Nobeta Edaletê, bi axaftinên parastvanên mafên mirovan a li ser kursiyê berdewam e. 
 

Sernavên din

11/03/2022
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’