MÊRDÎN - Li navenda Mêrdînê û 6 navçeyên wê ji ber berfê dibistan ji bo rojekê hatin girtin.
Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin. Walîtiya Mêrdînê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber berdewamkirina barîna berfê û şertê nebaş ên hewayê li navend û 6 navçeyên Mêrdînê ji bo rojekê dibistanê hatine girtin. Navçeyên ku wê dibistan îro li wan girtibin wiha ne: Artûklû, Stewr, Rişmil, Şemrex, Mehsert, Dêrik