ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê diyar kir ku ji Komkujiya Helebceyê û vir ve gefên li ser kurdan berdewam dikin û xwest ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk werin çareserkirin. 
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa wê ya Stenbolê bi boneya 34’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji Komkujiya Enfalê ve gefên li ser kurdan didomin. ÎHD’ê bi bîr xist ku gelek welatan Komkujiya Helebceyê weke “qirkirin” nas kiriye û xwest ku Tirkiye jî weke “qirkirin” nas bike.
ÎHD’ê diyar kir ku hewldanên tune hesibandin û êrişê yên li ser gelê kurd didomin û wiha got: “Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Herêma Şengalê kiribû û kurdên êzdî qir kirin, bi hezaran jinên kurd revandin û weke kole firotin. Di sala 2015’an de li dijî DAIŞ’ê ewilî li bajarê Kobanê yê Herêma Rojava êrişên DAIŞ’ê hatin tekbirin û berxwedanên dîrokî hatin nîşandan. DAIŞ’a ku bajarê Reqa yê Sûriyeyê weke paytext îlan kiribû hate tekbirin û li ser navê mirovahiyê destkeftiyên girîng hatin bidest xistin. Gelê kurd parastina xwe pêşve bir û êrişên qirkirinê bertaraf kirin. Lê hêj jî gefên li ser kurdan berdewam dikin.”
 
‘ROJA QIRKIRINA KURDAN’
 
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wan biryar daye ku 16’ê Adarê weke “Roja Qirqirina Kurdan” nas bikin û wiha berdewam kir: “Sûcên ku pergala Sedam Hisên di çarçoveya operasyona Enfalê de armanc kirin û pêk anîn sûcên qirkirinê ne. Ji ber vê yekê divê tiştên hatine kirin weke qirkirinê werin bi nav kirin. Wekî din jî Dadgeha Cezayê ya Bilind a Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de Komkujiya Helepceyê weke qirkirin nas kiriye. Qebûlkirina bi vî awayî wê pêşiyê li ber sûcên weke vî jî bigire.”
 
BANG LI NY Û KONSEYA EWROPAYÊ KIRIN
 
ÎHD’ê bang kir ku Tirkiye jî komkujiyê weke “qirkirin” nas bike û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mixabin şerê ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an dîsa dest pê kir belavî qada Sûriyeyê û bakurê Iraqê jî bû. Em careke din desthilata siyasî ya Tirkiyeyê vedixwînin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê jî dikin ku polîtîkayên ku şerê didome bi dawî bikin têxin meriyete. ÎHD wê ji bo Tirkiye “Qirkirina Kurdan” nas bike têkoşîna xwe bidomîne.”
 
BAROYA AMEDÊ 
 
Baroya Amedê jî têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê bertek nîşanî bêdengiya hêzên navnetewî da û wiha got: “Mixabin hêzên navnetewî û raya giştî ya navnetewî ji vê qirkirina qewimîn re bêdeng mane. Civaka navnetewî bi bêdeng mayîna li dijî sûcê herî giran ê ‘sûcê qirkirinê’ bûye hevparê sûc. Bi salan e hesabê komkujiyê nayê pirsîn. Tevî ku 34 sal derbasbûne jî hêj berpirsyar li dadgehên navnetewî nehatine darizandin. Ev yek jî weke şermeke herî mezin a dîroka mirovahiyê hêj didome.”
 
PARTIYA AZADÎ
 
Partiya Azadî jî di daxuyaniya xwe de komkujiyên ku bi serê kurdan hatine bi bîr xistin û wiha got: “Qirkirina Helebceyê ne êrişeke pergala Baasê ya ji rêzê ye. Komkujiya Helebceyê bi awayekî plankirî hatiye kirin û armanca pergala Baasê ew bu ku gelê kurd ê qedîm ji ser axa wan derxîne. Di serî de şehîdên Helebceyê hemû şehîdên ji bom af û azadiya gelê Kurdistanê ji bo heq, edalet û azadiyê canên xwe dane bi rehmet û minet bi bîr tînin. Em dixwazin diyar bikin ku ji bo komkujiyên weke vê bi dawî bibin divê gelê Kurdistanê azad bibe.”
 

Sernavên din

16/03/2022
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin