ŞIRNEX – Rêvebira HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksû hat berdan.
Di meha Kanûna 2021'ê de Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li Meclîsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû hedef. Piştî vê di 17-19'ê Kanûnê de li Şirnex, Silopiya û Cizîrê di avêtina ser malan de 33 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 21 kes hatibûn girtin. Ji kesên hatibûn girtin rêvebira HDP'ê ya Şirnexê Zozan Aksû û Şukru Acar îro hatin berdan.
Aksû û Acar li ber Girtîgeha Şirnexê ji aliyê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û rêvebirên partiyê hatin pêşwazîkirin.