* Xwîşka Mazlum Dogan, Serap Mutlu destnîşan kir ku îşkenceyek giran li Mazlum Dogan hatibû kirin û li hemberî vê yekê bi moral hatibû hevdîtinê û ji malbatê re wiha gotibû: "Dê tiştên gelek xweş çêbibin".
* Welatiyên ku behsa Newrozên salên 90'î kirine gotin: "Wê çaxê kurd hemû yek bûn. Hemûyan pişta hev digirt."
* Nûnerên partiyên sosyalîst diyar kirin ku têkoşîna hevpar a li dijî şer, zilmê û kedxwariyê dê di Newrozê de li hev kom bibe û ji bo tevlibûna Newroza Stenbolê bang kirin.
* Li Cizîrê welatiyên ku ji bo şal û şepik, kiras û fîstanan çêbikin çûn ser terziyan gotin: "Em ê bi reng û dengê xwe li qada Newrozê bin."
* Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Erkan Gokber, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo amadekariyên Newrozê heye û got: "Newroz, dê pêngava ewil a xurt a Tifaqa Demokrasiyê be. Em bang li her kesî dikin ku xelekên koletiyê bişîkinin û daxilî nav têkoşîna yekbûyî bibin."
* Bakî Zengîn, kurê Haci Zengîn ê ku di Newroza 2012'an a Stenbolê de ji ber bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku kurd ji bo Newrozê bedêlên giran dane û dê wê rojê li Qada Yenîkapiyê bin.
* Hasîbe Îlgen a 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli pîrozbahiyên Newrozê dibe diyar kir ku ew mecbûr in agirê Newrozê vêxin û dema ew girseya Newrozê dibîne gelek şanaz dibe.
* Mesût Gokhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê nizama leşkerî tê ferzkirin û bi lêv kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 375'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza endam û rêveberên DÎAYDER'ê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Amadekarî û şahiyên Newrozê dê li gelek navendan bên lidarxistin. (12.00-19.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi boneya Roja Pişteavniya bi Girtiyên Polîtîk re dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)