ŞIRNEX – Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Rêxistinê HDP'ê ya navçeyê li quntarên Çiyaboza yê li gundê Dalekan ê navçeya Qilebanê ya Şirnexê axirê Newrozê vêxistin û li dora agir govend gerandin û doza azadiya girtiyan kirin.
Her wiha li navenda Qilebanê jî ciwanan agir vêxist û bi fîşekên hewayî Newrozê pîroz kirin.