ŞIRNEX - Li bajarokê Tilqebîna Silopiyayê 4 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li bajaroka Tilqebîn a bi ser navçeya Silopiyaya Şirnexê ve polîsan bi ser hin malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Ramazan Kahraman, Tahîr Aytiş, Abdullah Bozkurt û Îsmaîl Turk kirin binçavan. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn ku her çar welatî birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê.