STENBOL - Hunermendê kurd Çiya Şenses ku polisan bi ser mala wî de girtibûn û ew biçav kiribûn, hat berdan.
Hunermendê kurd Çiya Şenses ku polisan duh li Stenbolê bi ser mala wî de girtibûn û ew biçav kiribûn, piştî ku îfadeyên wî li Miduriyeta Polisan a Stebolê hat girtin, bi fermana dozgeriyê hat berdan.
Hat hînbûn ku Şenses ji ber qeydên telefonê yên di navbera salên 2011 û 2012'an de hatiye binçavkirin.