Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin

img
AMED - Li Amedê bi beşdarbûna 18 Rêxistinên Civakî yên Sivîl resepsiyona Newrozê bi şahiyek taybet hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Rêxistinên Sivîl ên Amedê li oteleke navçeya Sûrê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Serok û nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedarên kurd, rêvberên partiyên siyasî, gelek rewşenbîr û bi sedan kes tevli resepsiyonê bûn. 
 
Di resepsiyonê de bi zaravayê kurmancî û zazakî yên kurdî û bi tirkî daxuyaniya hevpar a li ser navê 18 rêxistinên sivîl hat xwendin. Metna zazakî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, metna kurmancî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û metna tirkî jî ji aliyê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ve hat xwendin. 
 
Metna hevpar a rêxistinên sivîl wiha ye:
 
“Gelî Mêvanan, Newroz zindîbûn e, Newroz destpêka rojek nû, xelasiya zivistana reş û tari û hatina bıharê ye . 
 
Li dinyayê gelek netew, hatina biharê wek cejnekî pîroz dikin.  Helbet ji bo kurdan bi taybetî wateya Newrozê, ronahiya Kawayê Hêsinkar e ya ku li hemberî zulma Dehaqê zalim hatiye vêxistin. Ev ronahiye jî di heman demê de mizginiya azadiyê ye û simbola rojhelatinê ye ji bo gelên Mezopotamyayê. Digel ku sedsal jî di serê re derbas bûne, hemû cihên ku kurd lê ne, roja 21’ê Adarê ku bûye roja berxwedana li hemberî zilmê , bi hêvî û çoşekê mezin pêşwazî dikin.
 
Lê pîrozbahiyên Newrozê yên ku ev gel bi çoşeke mezin dixwaze pîroz bike li Kurdistanê bi salan hat qedexekirin. Digel qedexeyan jî Newroz hatin pîrozkirin, di wan Newrozan de xwîn hat rijandin û hêstir hatin barandin, mixabin ew Newroz di hişê herkesî de wek bîranînên nexweş cîh girtibû. Lê ya rastî Newroz simbola destpêka azadiyê, aşitiyê, biratiyê bû û xelasiya xerabiyan bû.
 
Di vê roja watedar de jî li deverên dinyayê yên cur bi cur şer bi hemû rûxandina xwe berdewam dikin. Zilm û zordariyên li ser gelan bi hemû bêrehmiya xwe didome. Sedema şerê ku 40 sal in li welatê me didome bi dehhezaran hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi mîlyonan hemwelatî hatin sirgûnkirin û bûn koçber. Car bi caran em bi hêvî bûn şahidê çareseriya meseleya Kurd a aştîyane. Lê belê hemû pêvajoyên ku hatin destpêkirin berovajiya hêviyên civakê bêencam man, aşîtî û aramî pêk nehat. Ligel hemû tiştên ku hatine jiyîn jî em dibêjin em şer, pêvçûn û tundiyê naxwazin û di aşitiyê de em bi israr in. Piştî ewqas êş û janên ku me kişandin di vê erdnigariyê de tiştên ku em ê bipeyîvin divê tenê aşîtî be.
 
Îro li vê qada dîrokî tevî hemû reng û cudahiyên xwe bi hêviyên ku Newrozê di me de afirandiye û ji bo aşitiyê em bi hev re ne. Bi vê sedemê em vê cejna ku gelê Mezopotamyayê ku azadiya xwe bi dest xistine û vê Cejna Newrozê ya xweş a ku derketiye holê li serî de hemû Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejnê qebûl dikin pîroz dikin.
 
Hûn bi xêr û xweşî hatin.”
 
Piştî xwendina daxuyaniyê ji aliyê nûnerên 18 rêxistinên sivîl ve agirê Newrozê hat vêxistin. 
 
Piştî daxuyaniyê Koma Ma Musicê derket ser dikê û stranên ji hev xweştir gotin. Beşdaran jî li ber stranan govend gerand. 
 
Resepsiyon piştî şahiya bi stranan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/03/2022
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn