Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Konya, Ceyhan û Tekmanê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. 
 
Pîrozbahiyên Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tên lidarxistin, li her çar aliyan berdewam in. Newroz, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tên pîrozkirin. Di heman demê de partiyên Tifaqa Xebata Kurdistanî û partiyên çep sosyalîst û rêxistinên demokratîk jî di pîrozbahiyan de cih digirin. Starta pîrozbahiyên Newroza îsal di 15’ê adarê de li Bêşebapê hate dayîn ku li ser sînorê başûrê Kurdistanê ye. Îro jî li li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Konya, Ceyhan û Tekmanê Newroz tê pîrozkirin. 
 
 
BI SED HEZARAN KES DIHERIKE NEWROZA AMEDÊ 
 
 
Fînala Newroza sala 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Parka Newrozê ya Rezan a Amedê tê lidarxistin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê de bi sed hezaran kesan bi cil û bergên xwe yên rengîn, bi tililî û dirûşman berê xwe dan Qada Newrozê. Niha bi sed hezaran kes li qadê kom bûye. Li Qada Newrozê brandayên mezin ên “Newroz pîroz be” hatiye daliqandin ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û bi zimanên tirkî, ermenikî, erebî û ingilîzî hatiye nivîsandin. Di heman demê de li ser dika protokolê jî bi zaravayên kirmancî û kirmanckî û bi zimanê tirkî “Newroz pîroz be” hatiye nivîsandin.
 
 
Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo ku têkiliya di navbera gel û protokolê de ji hev qut bike, di navberê de têlên bi firehiya 3 mîtroyan raxistibûn. Lê hêj Newroz dest pê nekirî ev têl ji hêla ciwanan ve hatin rakirin. 
 
Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve didome.
 
BI HEZARAN KES HERIKÎ NEWROZA WÊRANŞARÊ 
 
 
Yek ji navendên Newroza îsal jî navçeya Wêranşar a Rihayê ye. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Mezatê li dar xistin. Di saetên serê sibehê de bi sedan kesan berê xwe dan qada Newrozê û di ketina qadê de gelek kes di rêzê de man. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes bi cil û bergên xwe yên rengîn û neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir. Pîrozbahî bi axaftinan didome. 
 
Piştî axaftinan jî dê hunermend Cemîl Koçgirî û Şîlan Dora derkevin ser dikê. 
 
XELKÊ CIZÎRÊ BI RUHÊ NEWROZA 92’YAN DIHERIKE QADÊ 
 
 
Pîrozbahiya Newroza Cizîr a Şirnexê li Qada Newrozê ya TOKÎ’yê tê lidarxistin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê ve gel ber bi qada Newrozê ve kete rê. Yên ku ji ewil xwe gihandin qada Newrozê jî jinên Botanî bûn. Jinan cil û bergên xwe yên rengîn ên kurdî li xwe kiribûn, di destên wan de jî flamayên bi rengên kesk, sor û zer hebûn. Vê renginiya jinan li noqteyên kontrolê jî dîmeneke xweş çêkir. 
 
LI NISÊBÎNÊ COŞA NEWROZÊ
 
 
Pîrozbahiya Newroza Nisêbînê jî li kêleka Bariş Petrol a Nisêbînê tê lidarxistin. Bi rojan beriya niha amadekariyên Newrozê hatibûn destpêkirin û xelkê Nisêbînê hêj di saetên serê sibehê ve bi cil û bergên xwe yên kurdî ber bi qada Newrozê ve herikî. Welatî, ji du baskan ve dikevin qada Newrozê û qad bi flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. 
 
Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve didome.
 
LI AGIRIYÊ DIRÛŞMA OCALAN
 
 
Navendeke din a ku Newroz lê tê pîrozkirin jî Agirî ye. Newroz, li kêleka Stadyumê tê pîrozkirin û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de girseyê dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Xelkê Agiriyê li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin. 
 
Dê parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de biaxive û pişte jî dê Koma Pel û Batman Kolektîf derkevin ser dikê. 
 
LI GEVERÊ PÎROZBAHIYA BI KELECAN 
 
Yek ji navçeyên berxwedanê Gevera Colemêrgê ku sê parçeyên Kurdistanê, bakur, rojhilat û başûr digihîne hev bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî li stada Yenîşehîrê tê lidarxistin. Hatina xelkê Geverê ya qadê didome. Demek dirêj welatî li nokteyên polîsan hatin rawestandin û li ber barîkatên polîsan govend gerandin û pişt re xelk ket qadê. Tevî hewaya sar jî xelkê Geverê li qadê kom bûye û govendê digerîne. Kelecana Newrozê hêjayî dîtinê ye û welatî dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz dikin. 
 

BI HEZARAN KES LI SÊRTÊ HERIKÎN QADA NEWROZÊ

Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Sêrtê bûne, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li qada Newrozê alayên HDP’ê û alên ku Newroz li ser hatiye nivîsandin hatibûn daliqandin. Her wiha jin, zarok, ciwan, pîr û kalan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilî bû. Bi hezaran kes niha li ber stranên kurdî govendê digerînin.

Niha jî hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi coşeke mezin didome. 

Sernavên din

21/03/2022
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn