ÎZMÎR - Rêveberên ku serdana Nobeta Edaletê kirin, diyar kirin ku daxwaz rewa ne û destnîşan kirin ku li cem malbatan e.
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 28’emîn de didome. Malbatan dowizên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî hilgirtin. Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û HDP’a Konaka Îzmîrê serdana malbatan kirin.
TÊKOŞÎN WÊ BIDOME
Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku çalakiyên malbatên girtiyan û Emîne Şenyaşar bi wate ne û wiha got: “Daxwazên wan gelekk rêwan e. Heke bi awayekî neheqî înfaza zarokên wan were şewitandin wê demê daxwaza wan a edaletê jî makul û rewa ye. Lê mixabin hin kes van daxwazan nabihîze. Ji ber vê yekê daxwaza edaletê mezin dibe. Heta ku zilm bisekinine jî wê bidome.”
Încîn, bang li rayedaran kir û wiha berdewam kir: “Em dixwazin ev qîrîna li vir were bihîstin. Heta ku dengê dayika were bihîstin em ê têbikoşin.”
BILA TECRÎD WERE RAKIRIN
Rêvebera HDP’a Konakê Ayten Gulmez jî diyar kir ku piştgiriya daxwazên malbatan dikin û wiha got: “Bila Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş werin berdan. Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û tecrîd were rakirin.”