ŞIRNEX - Li navçeya Basa ya Şirnexê cendirmeyan bi ser malan de girt û 2 welatî binçav kirin.
Cendirmeyan li gundê Findik ê Basa ya Şirnexê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiya bi navê Vasfiye Elîk a 60 salî û Saît Îlhan ê 55 salî hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Nehat zanîn bê ka ev kes ji ber çi hatine binçavkirin.