AMED – 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li serokê DÎAYDER'ê yê berê Zahît Çîftkûran hat birîn.
Li serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) ê berê Zahît Çîftkûran 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna doza ku Çîftkûran lê tê darizandin îro li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê hat lidarxistin. Tenê parêzerê Çîftkûran tevli danişînê bû. Meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêşî dadgehê kir û xwest Çîftkûran ji ber axaftinên xwe yên di civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, daxuyniyên çapemeniyê û merasîma cenazeyê endamên rêxistinê û parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
Heyeta dadgehê jî 7 sal û 6 meh ceza li Çîftkûran birî û her wiha 4 hezar û 296 lîre û 65 qurîş heqê mesrefê dadgehê jî xist stuyê Çîftkûran.