ENQERE - Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel ji bo Muharrem Aksem ê li Rihayê li qada guleberdanê ya polîsan mirî hatibû dîtin, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê da.
Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel ji bo lêkolînkirina mirina Muharrem Aksem ê li Rihayê li qada guleberdanê ya polîsan hatibû dîtin, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê da.
Ozel di serlêdanê de destnîşan kir ku dewlet berpirsiyar e ku beriya her tiştî ji bo zarokan li qadan ewlehiyê bigire û mafê jiyana wan biparêze. Ozel di serlêdana xwe de wek din jî bûyerên bi vî rengî bi bîr xist û divê Komîsyon tavilê vê bûyerê bike rojeva xwe û lêkolîn bike.