DÊRSIM - Ji 8 kesên li navçeya Pêrtagê hatin binçavkirin 7 jê ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin.
Li navçeya Pêrtag a Dêrsimê zarok jî di nav de 8 kesên ku duh bi sedema “îstîsmara zayendî” li 2 zarokên keç kirine hatibûn binçavkirin. Ji 8 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Pertekê li ser gilîkirinê dabû destpêkirin de 7 jê ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin.
Hat hînbûn ku li ser dosyayê biryara veşartî heye.