MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê duh 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li gundê Ewîna û Cilîn yên bi ser navçeya Stewra Mêrdînê ve leşkeran avêtibû ser malan û 2 jê jin 6 kesan bi hêceta pîrozbahiya Newrozê binçav kiribûn. Li Fermandariya Leşkeriyê ya Navçeyê karûbarên îfade dayîna her 6 kesan bi dawî bû û pişt re hatin berdan. Hat zanîn ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê” derbarê her 6 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.