Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin

  • rojane
  • 13:36 1 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Şandeya Dadgehê biryar da ku hefteya pêşiyê di Doza Kobanê de li îtîrafkar Samî Baran û Kerem Gokalp bê guhdarîkirin. 

 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 4’emîn de li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de li gel xizmên siyasetmedarên girtî, her wiha parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Abdullah Koç, rêveberên HDP’a Enqere û navçeyên wê û gelek parêzer jî amade bûn. 
 
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedaran jî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn. 
 
Danişîn, bi xwendina hincetên ji dadgeriyê re hatine şandin dest pê kir. Serokê dadgehê, daxwaza redkirina dadger a Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay bi hinceta “hewl dide danişînê dirêj bike” red kir. 
 
‘SEROKÊ DADGEHÊ YÊ BERÊ ENDAMÊ RÊXISTINA SÛC E’
 
Di danişînê de ji parêzerên siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Veysî Eskî mafê axaftinê girt û wiha got: “Derheqê serokê dadgehê yê berê de bi sedema ku duyemîn serkirdeyê rêxistineke sûc e, lêpirsîn hate destpêkirin û niha di hefsa malê de ye. Lê serokê dadgehê daxwaza sekinandina dozê bi hinceta ‘dibe ku derheqê her kesê li vê eywanê de lêpirsîn bê destpêkirin an jî sûc bikin’ red kir. Kesekê ku nedihişt em û miwekîlên me biaxive, niha weke serkirdeyê duyemîn ê rêxistineke sûc tê zanîn. Gelo dibe ku ev bêhiqûqiyên heyî ji ber kesekî wiha qewimî bin? Rewşeke ku ev darizandina heyî dîsa bê kirin derketiye holê. Heke kesekî biryara cezayî dayî were cezakirin, ev dibe sedema xerakirina ceza.” 
 
‘WE ÎFADEYA LI EMNIYETÊ WEKE ÎFADEYA ŞAHID QEBÛL KIR’ 
 
Di berdewamê de Eskî da zanîn ku şandeya dadgehê ji wergirtina îfadeyên şahidan ku 2 jê nekarîbûn xwe bigihîninê û yekî jî wefat kiriye lê ve bûye û wiha got: “We, îfadeyên 3 kesan ên li emniyetê li vir weke îfadeyên şahidan xwendin. Gelo ma divê em nîşanî we bidin bê ka şahid çawa tên guhdarîkirin. Îfadeyên li emniyetê tenê ji bo agahîghirtinê ne. Ne ji bo şahidî ye. Lê we ev kir. Şahidê nepen ABC123. Di demên berê de di mijara navên şahidên nepen de emniyet hinek afirîner bû lê ew jî êdî guh nadin. Di dema guhdarîkirina şahidên nepen de we nav bi nav û wêne bi wêne miwekîlên me teşhîr kirine. Her wiha îfadeyên wan dixwînim, weke ku pêvajoya heyî binirxîne. Tam jî gotinên Tayyîp Erdogan dibêje.” 
 
‘HUKMÊ FETO JI BO KURDAN HÊJ DIDOME’
 
Eskî, destnîşan kir ku dema behsa xeberê dibe kurd, rewşa her tim diçe cihekî cuda û wiha derbirî: “Piştî lêpirsînên FETO, bi sedan dadger û dozger hatin darizandin û girtin. Kesên di dozên Ergenekon û Balyozê de dihatin darizandin, piştî vê mijarê dîsa hatin darizandin û beraet kirin. Yên ku li doza KCK’ê dinihêrtin jî ew bûn. Lê hukmê FETO ji bo kurdan hêj jî berdewam e. Mijar, mijara kurdan e. Hewce nake em xwe bixapînin. Ji destpêka damezirandina komarê heta niha polîtîkaya redkirina kurdan tê domandin.”
 
‘ZÎHNIYET, ZÎHNIYETA MGK’Ê YE’
 
Bi domdarî Eskî bal kişand ser hewldanên aştiyê yên miwekîlê xwe Ahmet Turk û ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan di dema pêvajoya çareseriyê de got; ‘qanûnekî derxînin û hem me û hem jî xwe biparêzin.’ Hikûmetê qanûna bi hejmar 6551 derxist lê tenê dewlet parast. Erê baş e ma sûce ku miwekîlê min li dijî barbariya DAIŞ’ê derket? Hûn vê yekê didarizînin. Bi aqilê îro re wan rojan nedarizînin. Ev zîhniyet, zîhniyeta MGK’ê ye. Siyasetmedarên ku ji ber hatin û çûnên Qendîlê tên darizandin, ji xwe ev tişt înkar nekirine. Ev kes bo aştiyê çûn û haya dewletê jê hebû. Qanûna bi hejmar 6551 jî ji bo pêşîlêgirtina vê bû. We jî bi daxuyanî û axaftinan wan re îdianameyeke vala amdade kirine. Siyaset, weke enstrûmaneke wesayetê li ser hiqûqê tê bikaranîn û hûn jî dibin amûrek.” 
 
‘JI KESEKÎ NEYÎ BAWER KIRINE’
 
Herî dawî Eskî qala serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak kir û wiha got: “Ji kesekî neyî bawer kirine. Gelo kesekê ku nikare bidarizîne çawa dibe dadger? Kesekî ku tiştên ehmeq bawer dikir hat li vir bi dehan siyasetmedar darizand. Yê ku ew îdianama qebûl kirî, biryar dayî û li gorî keyfa dilê xwe mafê axaftinê dida Bahtiyar Çolak bû. Anku kesekî ji rêzê nebû. Hûn vê yekê weke pirsgirêk nabînin. Heke hûn weke pirsgirêk nebînin, wê demê em ê di we de pirsgirêkê bibînin. Rewşa heyî divê bibe sedema jinûve darizandinê be.”
 
HEFTEYA DIN DÊ LI ÎTÎRAFKARAN GUHDAR BIKIN 
 
Şandeya dadgehê biryara da ku di danişîna hefteya tê de di 4’ê nîsanê de îtîrafkar Samî Baran û di 5’ê nîsanê de jî îtîrafkar Kerem Gokalp bên guhdarkirin. 
 
Şandeyê heta saet 14.00’an navber da danişînê. 
 

Sernavên din

01/04/2022
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin