NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên artêşa tirk gundewarên bakur û rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.
Êrişên hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirkiyeyê dîsa êrişî navçeya Eyn Îsayê kir.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê şeva din saet derdora 02.30’an de gundê Seyda ku km’yekê li bakurê Eyn Îsayê dikeve û gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 ên dikevin rojavayê navçeyê bi dijwarî topbaran kirin.
Hat zanîn ku bi awayekî hemwext balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê jî li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.