ŞIRNEX - Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Dr. Serdar Kûnî ji peywirê hat dûrxistin.
Walîtiya Şirnexê, bi hinceta dozeke ku di sala 2015'an de derbarê wî de hatibû vekirin Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Dr. Serdar Kûnî ji bo 2 mehan ji peywirê dûr xist. Kûnî, li ser hesabê xwe yê medya sanal bertek nîşanî rewşê da û got ku ew vê helwesta li dijî bijîşkan ku ewlehiya jiyana mirovan e qebûl nake û bi tundî şermezar dike.