* Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê çavkaniya sereke ya pirsgirêkan e û divê PDK xebatên xwe yên partiyê û herêmî di ser destkeftiyên kurdan re nebîne.
* Endamên MATUHAYDER'ê destnîşan kirin ku sedema mirin û pêkanînên li girtîgehan rû didin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û gotin, heya tecrîd ranebe yê rewşa Tirkiye û Kurdistanê her ber bi xerabûnê ve biçe.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi milyon û 950 hezar TL'î Otogara Navçeyê ya Pasûê çêkiribû. Ji bo veguhastina otogarê îhale hatibû çêkirin, lê kes xwe neda ber vê îhaleyê. Ji ber vê îhaleya otogara nû hat betalkirin.
* Masîvanên li perava Karadûvarê anîn ziman ku ji ber bihabûna mazotê û fiyetên amûrên ew bi kar tînin wekî berê nikarin biçin masiyan û masîvan kelekên xwe difiroşin.
* Li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê Desteya Çavdêriyê ev pirs ji girtiyan kiriye: "Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?"
* Amediyan destnîşan kir ku ji ber qeyrana aborî êdî Remezan ne Remezana berê ye û gotin, hejmara kesên ku "qoliyên Remezanê" belav dikin jî kêm bûye.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 393'yemîn de berdewam bike.
* Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
* Danişîna Doza Sereke ya KCK'ê ku di nav de parlamenterên HDP'ê jî hene 36 kesên tên darizandin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.30)
* Li gelek bajaran bi wesîleya 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran dê daxuyanî bên dayîn. (11.00-15.00)
* Danişîna doza Hêlîn Hasret Şen a 12 salî ku ji aliyê polîs Abdullah E. ve hatibû kuştin dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (11.30)
* HDP û CHP dê li komcivînên xwe yên li Meclisê li dar bixin. (12.45/13.30)
* Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dê têkildarî hevdîtina bi dozgerê Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Tîpa F'yê re kirin li avahiya ÎHD'a Îzmîrê civîna apemeniyê li dar bixin. (14.00)