* Cenazeyên 2 xwişkan Zozan Temîr û Nesrîn Temîr ku yek ji aliyê PDK'ê ve û yek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin, radestî malbatê nayê kirin.
* Ji zarokên "keviravêj" ên wextekê di rojeva Tirkiyeyê de bûn, yek jê Ciwan Boltan bû. Boltan ku di zarokatiya xwe de bi binçavkirin û îşkenceyê re rû bi rû maye, niha girtiyekî 30 salî û nexweş e. Û dêya wî Nazîme Boltan jî niha yek ji nobedarên Nobeda Edaletê ye.
* Mele Îbrahîm Yalin diyar kir ku zextên li ser DÎAYDER'ê didomin û got, polîs cemaeta li Mescîda Hz. Omer nimêj dike aciz dikin.
* Şaredariyê bi şêniyên Malên Kûrûsipiyê yên girêdayî navenda Dersimê boriya avê stend, lê dîsa jî av neda şêniyên Kûrûsipiyê.
* Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Mehmet Karataş, bibîr xist ku tecrîd sûcê herî mezin ê li hemberî mafê mirovan e û dewlet bi tecrîda li ser Ocalan qanûna xwe ya bingehîn dieciqîne.
* Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletên li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: "Tirkiye li Rojava êrişî hemû kurdan dike. Em ê li hemberî êrişan rêxistina xwe xurt bikin û li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê li ber me çu rê nîn e."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 394'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza derbarê Hevseroka Giştî ya SES'ê û endamên Rêveberiya Navendî ya SES'ê de hatiye vekirin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22'yemîn bê lidarxistin. Beriya danişînê dê daxuyanî bê dayîn. (09.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00)
* Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê di 4'ê Nîsana 2010'an de li navçeya Seyhana Edeneyê hat kuştin dê li ser gora xwe were bibîranîn. (13.00)
* Parêzerên jin ên li Stenbolê dê bi daxwaziya azadiya ji bo Aysel Tugluk li Girtîgeha Kandirayê serdana wê bikin û daxuyanî bidin. (13.00)