WAN - Li Wanê duh û îro di serdegirtina malan de hejmara binçavkiriyan derket 24 kesan.
Li Wanê duh serê sibê polîsan avêtibû ser gelek malan û endama Meclisa Dayikên Aştiyê Turkan Işik, Giyasettîn Çevîrel, Metîn Duman, Gulcan Adar, Dilber Işik, Îsmaîl Kaval, Hekîm Cindioglu, Muhsin Duman, Abdurrahman Dik, Gurgin Kara, Nafia Oztunç, Hazal Oztunç û Salih Kirat bi îdiya di Komeleya Gelê Azad a Taxa Yenî de xebitîne hatin binçavkirin.
11 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Vê sibehê jî polîsan avêt ser gelek malan û 11 kes kirin binçavan. Hat diyarkirin ku piraniya kesên hatine binçavkirin temenê wan bi ser 65 salî re ne. Di nav ên hatine binçavkirin de Hatîce Duman a 60 salî, Fatma Yorgun û Xemê Işik jî hene. Hat zanîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Polîsan a Wanê.
BIRYARA VEŞARÎ DANÎNE SER DOSYEYÊ
Hat ragihandin ku biryara veşarî danîne ser dosyeya lêpirsînê û dema binçavkirina wan 4 roj hatiye dirêjkirin.