AMED - Ji rêveberên HDP’ê yên li gundê Barkoş ê navçeya Hezroyê Newroz pîroz kirin re cezayê pereyan hate birîn.
Ji rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Hezroyê Adil Mûsaoglû û Şaban Bîlîcî ku di 15’ê Adarê de tev li Newroza li gundê Barkoş ê navçeya Hezroya Amedê bûbûn re 581 lîre cezayê pereyan hate birîn. Ji birîna ceza re qanûna “Li dijî fermanê derketin” weke hêcet hate nîşandan.