ÎZMÎR - Danişîna doza girtiyê nexweş rojnamevan Devrîm Ayik ê rewşa wî giran hat lidarixstin û dîsa biryara dewama girtina wî hat dayîn.
Girtiyê nexweş rojnamevan Devrîm Ayik ê rewşa wî giran e jî di nav de derbarê 13 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî dane rêxistinê doz hatiye vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 2’yemîn hat lidarxistin. Devrîm Ayik û parêzerê wî Kasim Saglam di danişînê de amade bûn.
Devrîm Ayik di danişînê de axivî û şert û mercên girtîgehê bandorek neyînî li ser nexweşiya wî dike û ew nikare li xwe binêre û xwest bê berdan.
Heyeta dadgehê daxwaza berdana Ayik red kir û diyar kir ku piştî îfadeya Ozum Ozalp ku ji heman dozê tê darizandin hat girtin dê biryara xwe bide û danişînê taloqî 3’yê hezîranê kir.