MÊRDÎN - Li Kerboranê jina bi navê Emîne Cebe ya 23 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê duh bi şev jina bi navê Emîne Cebe ya 23 salî û malbata xwe ketine qirika hev. Piştî genegeşiyê Cebe ji mal derketiye. Îro danê sibehê jî cenazeyê wê li înşeatekê hatiye dîtin.
Zarokan îro danê sibehê li înşeatekê cenazeyê Cebeyê dîtine û haya malbatê pê xistine. Piştî vê malbat û tenduristkar çûne cihê bûyerê. Tenduristkaran cenazeyê Cebeyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Piştî otopsiyê cenazeyê Cebeyê hatiye definkirin.