* Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a OHD'î li Girtîgeha Rihayê hevdîtin bi girtiyan re kir, ragihand ku "e-Goruş" jî di nav de girtî bi gelek cihêkariyan re rû bi rû dimînin û îdareya girtîgehê heftê 2-3 caran davêje ser odeyên wan.
* Yahya Karabaş ku li gundê Timoqê hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, giliyê îşkencekaran kir. Karabaş got, dikare ji eskerên îşkence lê kirin yekî teşxîs bike.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, guh li biryara betalkirinê ya dadgehê nekir û îhaleya bi plakeya S'yê çêkir.
* Tê gotin dê PDK tevli operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê bibe. Waniyan bertek nîşan dan û gotin, divê PDK dev ji polîtîkayên xwe şaş berde.
* Sûrên dîrokî yên Amedê ku qeyûm gotibû "em restore dikin" û ji çopan xalî nabin, hê jî yek ji wargehên tiryakkêşan in.
* Li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê gardiyanan, di 21'ê Adarê de ji ber stranên kurdî girtiyan hişyar kirin û gotin ku gotina stranên kurdî "qedexe" ye û gefa tundiya fîzîkî û cezayên dîsîplînê li girtiyan xwarin.
* Nobeta Malbata Şenyaşar wê di roja 397'an de berdewam bike.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Navenda Giştî ya partiya xwe bi hevserokên bajaran ên partiya xwe rebê gelhev û daxuyanî bide. (ZINDÎ / 10.00)
* Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bê li Stenbol û Amed aqûbeta windayan bipirsin. (12.00) Amed (ZINDÎ)
* Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û parêzerên Doza Kobanê, wê derbarê geşedanên di dozê de li Otela Startonê civîna çapmeniyê li dar bixin. (12.30)
* Şaxên ÎHD'ê yên Îzmîr û Strenbolê û Înîsiyatîda ji Girtiyên Nexweş re azadî, li Îzmîr, Stenbol û Enqerê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş (13.00 -13.30)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê di roja 113'an de berdewam bike. (14.00-16.00)
* Jin wê li dijî pêşniayarqanûna qaşo li dijî tundiya zilam û desthilatê li Femînîst Mekanê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê bên gelhev û forûmk pêk bînin. (15.00)