Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye

  • rojane
  • 10:15 9 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gulseren Yolerî, cezayê disiplînê yê nû ku dabûn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “hinceta tecrîdê” pênase kir û wiha got: “Temamiya sepanên li Îmraliyê raste rast girêdayî siyasetê ne. Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Serdemê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertên tecrîda giran de tê ragirtin û miwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re, di 22’yê mijdara 2021’an de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê di heman rojê de bersiva parêzeran da û diyar kir ku derheqê Ocalan de 2 biryarên qedexeya hevdîtinê yên nû hatine dayîn. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ku daxwaza hevdîtinê ya parêzeran red kir, sedema biryara xwe jî weke biryara dadgehê ya di 12’ê cotmehê ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan nîşan da. Ji bo biryara xwe ya redkirina daxwaza hevdîtinê ya malbatan jî dadgeriyê diyar kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 18’ê tebaxê de ji bo 3 mehan biryara qedexeya serdanan nîşan da. 
 
Ev saleke agahî ji Ocalan nayên girtin û nahêlin ne bi parêzer û ne jî bi malbata xwe re hevdîtinan bike. Her wiha cezayên disiplînê yên nû li Ocalan hatine birîn. Qedexeya hevdîtina bi malbatan re di 18’ê mijdara 2021’an de xelas bûbû lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiv nedabû daxwaza hevdîtinê ya malbatan. Li ser vê yekê parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan û xwestin ku astengiyên hiqûqî yên li pêşiya hevdîtinan bên rakirin û xwestin ku malbat biçin hevdîtinê. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdan red kir. Dadgeriyê cezayên disiplînê yên nû jî weke sedema biryara xwe nîşan da. 
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Gulseren Yolerî têkildarî tecrîda li ser Ocalan bi ajansa me re axivî. 
 
QEYDAN BINPÊ DIKIN 
 
Gulseren Yolerî anî ziman ku li Îmraliyê sepaneke taybet a li dijî şexsekî di meriyetê de ye û wiha domand: “Roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin ev tecrîd dest pê kir. Ev tecrîd her ku çû bêhtir giran kirin. Bi raporên parêzerên Ocalan re jî ev şert û mercên giran ên tecrîdê xuya dibe. Dema em qanûnên girtîgehan ji hêla hiqûqî ve dinirxînin, dibînin ku bi sepana li Îmraliyê re hiqûq hatiye binpêkirin. Di mijara sepanê de cihêkarî û binpêkirineke mezin heye.” 
 
BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN 
 
Bi domdarî Yolerî diyar kir ku tecrîd binpêkirineke giran a mafên mirovan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em ji hêla mafên mirovan ve dinirxînin, tecrîd îşkence ye. Ev îşkence jî di şexsê Ocalan de tê kirin. Qedexeyên hevdîtina bi malbat û parêzeran re nîşan dide ku tecrîda îşkenceyê ye. Her wiha mafê wî yê ragihandinê tê astengkirin û têkiliya wî ya bi dinyayê re tê qutkirin. Cezayên disiplînê yên tên dayîn, tenê ji bo domandina tecrîdê weke hincet tên dîtin. Hinek mafên bingehîn hene ku kesek nikare binpê bike. Ev maf di şert û mercên şer de jî nayên binpêkirin. Demekî ewqas dirêj astengkirina mafê têkilîdanîna bi derve, di hiqûqa navxweyî de jî tune ye.” 
 
TÊKILIYA TECRÎD Û SIYASETÊ 
 
Di berdewamê de Yolerî da zanîn ku sepanên li Îmraliya têkiliya xwe ne bi hiqûqê lê raste rast bi siyasetê re heye û axaftina xwe wiha xelas kir: “Nabe ku mafên bingehîn ên mirovan weke amûrên siyasetê bên bikaranîn. Lê di halê hazir de ya ku tê kirin ne li gorî hiqûqê lê li gorî daxwaza siyasetê tê kirin. Li gorî me ev yek sepanekî derhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan e. Divê di zûtirin dem de dawiyê li vê sepanê bînin. Bi cezayên disiplînê re hewl didin raya giştî ya navneteweyî qaneh bikin. Nexwe derdekî wan a ji bo qanehkirina raya giştî ya navxweyî nîne. Ev demekî dirêje di vê bihiqûqiya xwe de israr dikin. Mirov nikare êdî qala hiqûqê bike. Di dema pêvajoya çareseriyê de hevdîtin asayî kirin û piştre jî qedexe kirin. Anku ev hevdîtin li gorî daxwaza siyasetê tên kirin an jî astengkirin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/04/2022
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne