* Di ser mirina Uveyş Ocalan, dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 29 sal derbas bûn. Fatma Ocalan ji bo dayika xwe got: "Li ber neheqiyê serî neditewand."
* Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku desthilat ji bo berjwendiyên xwe qanûna hilbijartinê guherandiye û bi vî awayî dê ewlehiya sindoqan ber bi xetereyê ve biçe.
* Aktivîsta mafên jinan Canan Arin, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûk îşkence ye û got: "Hê jî şansê Aysel Tûglûk ê tedawîkirinê heye. Lewma demildest divê bê berdan û tedawîkirin."
* Îbrahîm Ayaz ku di Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan de ye, ragihand ku li girtîgehê îşkence li wan hatiye kirin.
* BTS a Şaxa Amedê dê ji ber binpêkirina mafê wan ê zêdekirina asta peywirê û guherandina nasnavê xwe biçe Enqereyê.
* Welatîyên Amedê ji ber krîza aborî gilî û gazinên xwe anî ziman û diyar kirin ku ji ber bihabûnê êdî nikarin tirşikê jî çêkin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 398'emîn de berdewam bike.
* Qurbaniyên Qetlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dê li ber Gara Enqereyê bên bibîranîn. (10.04)
* Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Enqereyê dê Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
* Şandeyek HDP'ê dê biçe Komira Semsûrê û serdana jinên li dijî kana mermer li ber xwe didin bikin. (13.00)
* Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe dê li Navenda Çandê ya Akatlar a Şîşliya Stenbolê bi merasîmek bên dayîn. (17.30)