TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya

  • jin
  • 21:18 25 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNAK - TJA'yê li Silopiya ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û şerê li Herêma Kurdistana Federe meşek li dar xist. Di meşê de hat destnîşankirin ku wê jin di her şert û mercî de bedena xwe, nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û êrişên li Herêma Kurdistana Federe meşek li dar xist. Meş li Kuçeya Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê dest pê kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê yên Amed, Mêrdîn û Êlihê, Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, HDP Şirnexê û navçeyê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Hezexê Songul Erden, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez jî di nav de gelek jin tev li meşê bûn. 
 
Di meşê de pankarta li ser "Li dijî polîtîkayên şerê taybet û dagirkeriyê em ê civaka xwe biparêzin" nivîsandî hat vekirin û wêneyên zarokên li Herêma Kurdistana Federe di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyê Hevrîn Xelef a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin û wêneyên jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin bi têkoşîna xwe dê pergalê hilweşîne" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Li Kuçeya Hunerê polîsan pêşiya meşê birî û gotin dê destûrê nedin. Piştî vê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî rageşiyeke demkurt jinan meşa xwe domand. 
 
Piştî meşê li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Bêşebabê Beybûn Aslan metna daxuyaniyê xwend. Aslan diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer li hev kom bûne û got: "Bi salan e dixwazin bi zorbetiyê vîna me teslîm bigirin. Dixwazin bi sirgûn, koçberî, binçavkirin û girtinan serê me jinên kurd bitewînin. Lê qethiyen em ê çokê daneynin." 
 
‘BI HEZARAN JIN DÎLGIRTÎ NE'
 
Aslan destnîşan kir ku jinên kurd dixwazin bi awayekî azad bijîn û got, ji ber vê ji bo wekheviyê têdikoşin. Aslan bilêv kir ku jinan bi têkoşîna xwe planên serdestan belawela kirine û got: "Niha bi hezaran siyasetmedarên jin û aktivîst di girtîgehan de dîlgirtî ne. Jin têkoşîna xwe ya li hemberî feraseta serdest a mêran didomînin. Lewma em bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin. Bi hîle û xurdeyan jinên kurd ber bi tiryak, fuhûş û întiharê dibin. Jinên ku van polîtîkayên qirêj qebûl nakin jî tên qetilkirin. Dadgehên Tirkiyeyê bi temamî di bin kontrola AKP-MHP'ê de ne. Ayşe Gokkan, Leyla Guven û bi sedan jin dîl hatine girtin. Bi kûçikan avêtins er mala Rojbîn Çetîn û ew îşkence kirin. Kesên îşkence li Rojbîn Çetînê kirin nehatin darizandin jî." 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'
 
Aslan diyar kir ku ew ê li her derî van polîtîkayên qirêj ên dewletê teşhîr bikin û got: "Bi van êrişan dixwazin têkoşîna jinên krud asteng bikin da negihê têkoşîna jinên cîhanê. Lê belê têkoşîna jinan guh li astengiyan nake. Jinên kurd ji tu bedêlê natirsin. Her biçe dê hîn bêtir xwe birêxistin bike. Em ê di hemû şert û mercan de bedena xwe, nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin." 

Sernavên din

27/06/2022
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan